Telat Yûnis: Bi rihê Newrozê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin

Telet Yûnis bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên qirkirinê helwesteke xurt nîşan bide. Yûnis li dijî dagirkeran jî banga avakirina yekitiya kurdî kir û got “Bi rihê Newrozê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin.”

Telat Yûnis: Bi rihê Newrozê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin
21 adar, 2023   12:07
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê de axivî. Yûnis Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Kurdistanê, şervan û gerîlayên azadiyê û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Yûnis got: "Ji vê qadê ku apê Yûsif Gulo nîşaneya serketinê hilda, em şehîdên azadiyê bi bîr tînin û Newroza 2023ʹyan li wan pîroz dikin. Bi rihê meşaleya Newrozê ya ku Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan pê xistiye, em vê cejnê li şervanên xwe pîroz dikin. Em diyar dikin ku bi rihê Newroza îsal em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin û dagirkeriya li ser xaka me tune bikin."

Yûnis di dewama axaftina xwe de got: "Di vê pêvajoyê de berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê ya gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dibe. Gelê me ji bo pêxistina agirê Newrozê têkoşîna li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê xurt kir û hemû qadên Kurdistanê veguherandin qadên berxwedan û serhildana li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî gelê me."

Yûnis bal kişand ser siyasetên hêzên kapîtalîst û desthilatdar ên li dijî gelan û got: "Çawa hêzên desthilatdar û kapîtalîst di dîrokê de li dijî gelê me bûne yek, îro dîsa kiryarên qirkirin û dagirkirinê li dijî gelê me dubare dikin. Mînaka vê yekê êrişa duh a li Efrînê bû.Çete û dagirker êriş birin ser ciwanên ku agirê Newrozê pêdixistin. Di encama vê êrişê de 4 welatî şehîd bûn. Ev mînake terorê, dagirker û desthilata li dijî îradeya gelê me ye."

Yûnis Newroz li gelê gelê Rojhilata Kurdistanê pîroz kir û serhildana wan a bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" silav kir. Yûnis got divê gel li hemberî siyasetên şovenist ên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bide li hemberî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bike.

Telet Yûnis piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî teror, siyasetên şovenîst û qirkirinê anî ziman û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bide. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji aloziya li Sûriyeyê re çareserî ye û got: "Bi rihê Newrozê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin."

(bb)

ANHA