Foza Yûsif: Em Newrozê bikin wesîleya şikandina pergala Îmraliyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî

Endama Desteya Hevserokatiya PYDʹê Foza Yûsif got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê Newroza 2023ʹyan bike Newroza şikanda pergala Îmraliyê û destpêka pêngaveke nû ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Foza Yûsif: Em Newrozê bikin wesîleya şikandina pergala Îmraliyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî
21 adar, 2023   10:48
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Qamişloyê û navçeya Til Hemîsê pîrozbahiya Newrozê li qada Newrozê ya bajarokê Hîmo dewam dike.

Piştî guhdarkirina li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya Newrozê de, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif Newroz li şêniyên Qamişlo û Kurdên li hemû aliyên Kurdistanê pîroz kir û got: "Gelê Qamişlo gelekî berxwedêr e, bila Newroza we pîroz be. Bi navê we hemûyan em Newroza her çar aliyên Kurdistanê, Amed, Mehabad, Hewlêr û tevahî gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Em Newrozê li gerîlayên azadiyê, li berxwedêrên di girtîgehan de û hêzên leşkerî û Rêber Apo pîroz dikin."

‘NEWROZEKE NÛ’

Foza Yûsif anî ziman ku Kurd û gelên Mezopotamyayê îro Newrozeke cuda pîroz dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku careke din îsrar û îradeya xwe li hemberî hemû fitne û êrişên dijmin îsbat dikin da ku bi azadî û bi rûmetî li ser xaka xwe bijîn, her wiha îsbat dikin ku gel xwedî îradeyeke mezin e.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: "Em ji dijmin û tevahî cîhanê re diyar dikin ku em di pêşxistin û xurtkirina projeya neteweya demokratîk û projeya Newroza nû ji bo tevahî pêkhateyên gelan; Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Asûr ên li ser vê xakê de bi israr in. Em Newroza nû pîroz dikin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Endama Desteya Hevserokatiya PYDʹê Foza Yûsif bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û got: "Li dijî rêberê gelê Kurd Rêber Ocalan tecrîdeke giran heye, ji ber ku Rêbertî hewl dide jiyaneke azad li ser vê xakê mîsoger bike. Ji 50 salî ve, Rêber Apo ji bo me têkoşînê dike. Pergala Îmraliyê pergaleke nû li dijî tevahî gelan e. Em diyar dikin ku em ê Newroza 2023ʹyan bikin Newroza şikandina pergala Îmraliyê û destpêka pêngaveke nû ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê."

'EM EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ JI BÎR NAKIN'

Foza Yûsif wiha axaftina xwe dom kir: “Em bi hev re bêjin ku em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr nekin, em ê berxwedana xwe ji bo rizgarkirina wan bidomînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek nû tê afirandin, Rêveberiya Xweser system û çandek nû ya demokrasiyê ji bo tevahî gelan diafirîne, ev sîstem çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.”

Foza bang li hikumeta Şamê kir ku li ser maseya diyalogê rûne û got: “Ji ber ku çareserî ne li Moskov û Enqereyê, lê li Sûriyeyê ye. Em bi hev re destûra Sûriyeya demokratîk saz bikin. Ji ber ku demokrasî çareya herî guncaw li Sûriyeyê ye.”

Foza banga xwe ji bo tevahî partiyên kurdî û çar beşên Kurdistanê dubare kir ku Peymana Lozanê têk bibin, mafên xwe misoger bikin, li hember zulm û şofînîzmê bisekinin, gelan ji dagirkeriyê rizgar bikin. Foza soza xwe ji bo tevahî şehîdan nû kir ku heta serkeftina doza wan dê alaya şehîdan bilind bike.

Tê payîn ku bernameya Newrozê bi axaftinan û stranan dewam bike.

(bb,cx)

ANHA