​​​​​​​Piştî şehîd xistina 4 welatiyan li Cindirêsê xelk derketin xwepêşandanê

Piştî ku çeteyên Ehrar El Şerqiye 4 welatî li Cindirêsê şehîd xistin, şêniyên navçeya Cindirêsê derketin xwepêşandanê û bang li derketina dagirkeriyê kir.

​​​​​​​Piştî şehîd xistina 4 welatiyan li Cindirêsê xelk derketin xwepêşandanê
20 adar, 2023   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih bi bîr xistin ku çeteyên Ehrar El Şerqiye li navçeya Cindirêsê 4 welatî şehîd xistin ji ber ku agirê Newrozê li ser banê mala xwe dada. Her wiha gelek welatî birîndar kirin.

 Piştî bûyerê şêniyên navçeyê derketin xwepêşandanê û bang kirin ku hesab ji çeteyên Ehrar El Şerqiye bê pirsîn û dagirkeriya Tirk derkeve.

(şx)

ANHA