​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-3-2023
20 adar, 2023   23:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûma “Bi giyanê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo Azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” Newrozê pîroz dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Bi hezaran salan e Kurd vê cejnê pîroz dikin. Ev roj ji bo gelê Kurd roja berxwedana li hember zilm û destpotiyê ye û destpêka ragihandina têkoşîna li hemberî tarîtiyê ya ji bo afirandina jiyaneke nû û pêkanîna azadiyê di meha Adarê de ye. Ji ber ku ev meh bûye şahidê komkuijyên herî hovane li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

Bi sedan şêniyên Dêrazorê duh beşdarî şahiya Newrozê bûn û di şahiya ku cara yekemîn li rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin de, hevgirtin, jiyana hevbeş û nepejirandina hemû cûreyên mezhebî hat destnîşankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA