Kantona Efrîn û Şehbayê komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê pêk aniye şermezar kir.

Kantona Efrîn û Şehbayê komkujiya Cindirêsê şermezar kir
20 adar, 2023   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 4 welatî şehîd xistin ji ber ku agirê Newrozê li ser banê mala xwe dadan.

Rêveberiya Kantona Şehba û Efrînê bi dauxyaniyekê ev sûc şermezar kir û destnîşan kir ku destê MÎT`a Tirk tê de heye. Her wiha soza tolhildanê da.

Daxuyanî wiha ye: “Destpêkê em Cejna Newrozê li sembola azadiyê û têkoşînê Rêber Apo, kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em Newrozê li gelê xwe yê berxwedêr li Efrîna dagirkirî pîroz dikin.

Çeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Hebîb komkujiyek li dijî malbateke kurd li Cindirêsê pêk anî dema ku xwestin agirê Newrozê li ser banê mala xwe vêxin.

Destê MÎT`a Tirk di vê kiryara terorîst de heye ku dixwaze vîna kurdan bişikîne û nehêle ku ew Newrozê û sembola azadî û berxwedanê vejînin.

Em ev sûcê terorîst şermezar dikin û soz didin ku tola şehîdan hilînin.

Ji her demê bêtir em ji bo vejandina Newrozê bi israr in ku hertim jêdera hêzê ji bo kurdan bû da ku têkoşîn û berxwedanê di rêya azadiyê de berdewam bike.”

(şx)

ANHA