​​​​​​​Di Newroza Minbicê de: Bi yekitiya pêkhateyan em dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin

Şêniyên Minbicê û gundewarê wê şahiya Newrozê bi dawî kir. Şêniyan teqezî bi yekitî û hevgirtina pêkhateyên bajêr kir û gotin dê Newroza 2023`yan dê bikin newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

20 adar, 2023   16:46
MINBIC

Şêniyên Minbicê şahiya Newrozê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Newrozê em dê Rêber Ocalan rizgar bikin û dagirkeriyê tune bikin” li dar xist.

Piştî dadana agirê Newrozê hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo axivî û bi xêrhatina şêniyên bajêr, têkoşer û berxwedêrên di zindanan de û Rêber Abdullah Ocalan kir.

Nezîfe wiha domand: “Newroza Îsa, ji salên par cudatir e. Ji ber ku pêkhateyên bajêr ên kurd, ereb, çerkez û tirkmen bi serbestî, demokrasî û pirrengî vê rojê pîroz dikin. Di nava biratiyê û aştiyê de li hember siyasetên înkarkirin û dûrxistinê, vê rojê pîroz dikin.”

Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed axivî û got: “Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Cejna Newrozê, ne tenê roja lidarxistina şahiyan e lê belê encama berxwedaneke mezin di dîrokê de ye û ev berxwedan veguherî şahî û ji bo gelan bû ronahî.”

Mihemed wiha domand: “Me agirê Newrozê bi êzingê dada, lê sala 1988`an şehîdan çirûska Newrozê bi bedena xwe pêxist. Madem ên ku canê xwe ji bo vî gelî feda dikin hene, em dê serkeftinê pêk bînin. Ev roja serkeftinê ye.”

Piştî bidawîbûna axaftinan koma şanoyê ya Minbicê, şanoyeke kurt der barê erdhejê de, koma Kevana Zêrîn a Reqayê û hunermend Rûken Reşîd berhemên xwe pêşandan.

Di dawiya şahiyê de şêniyan li ber stranên hunermend Sedûn El Ehmed, Ehmed El Cebûrî û Hesen Mesto xelekên govendê gerandin.

(mh/şx)

ANHA