​​​​​​​YNK’ê bersiv da PDK’ê: Alîkarîdayîn ji bo me şerefe

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdula li ser daxuyaniyên PDK’ê yên têkildarî qezaya helîkopterê ku 9 şervanên QSD’ê şehîd bûn, got: “Weke Mam Celal got, ev ji bo me şerefeke, em wan sucdariyan jî red nakin.”

​​​​​​​YNK’ê bersiv da PDK’ê: Alîkarîdayîn ji bo me şerefe
20 adar, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 15ʹê Adara 2023ʹyan dema ku hêzek ji Yekîneyên Antîteror (YAT) ên QSD’ê diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku ew vediguhestin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî din av de bû şehîd bûn. QSD piştre jî nasnameyên şehîdan eşkere kirin û ji rayedarên herêmê xwest ku cenazeyan rasdest bikin. Lê heta niha PDK’ê bersiv nedane.

Piştî bûyerê rayedarên PDK’ê û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî li şûna peyamên sersaxiyê, daxuyaniyên sucdarkirinê belav kirin. Di daxuyaniyan de YNK jî hat tawanbarkirin.

Li ser van daxuyaniyan rêveberên YNK’ê bersiv dan.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdula derbarê daxuyaniyên rayedarên PDK’ê de peyamek belav kir. Ebdula diyar kir ku bêyî ku  agahiya hevkarên wan ên di Encûmena Asayîşê de hebe, rayedarên hikûmetê û PDK gazindan dikin û got; “Dibêjin ewqas helîkopterên YNK’ê zêde ne, ji Rojava re dişînin. Em jî dibêjin heger nebin jî emê peyda bikin.”

Ebdula bersiva sucdarkirinan jî da û got; “Weke Mam Celal gotî, ev ji bo me şerefeke, em wan sucdariyan jî red nakin.”