Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Şam û Beyrud ji bo Newrozê amade ne

Newroza ku bi dirûşmeya, “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" tê pêşwazîkirin, wê sibe li 11 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bê pîrozkirin. Li Şam û Beyrûdê jî wê sibe pîrozbahî bên lidarxistin.

Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Şam û Beyrud ji bo Newrozê amade ne
20 adar, 2023   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newrozê ku li tevahiya Kurdistanê wekî cejna vejîn û azadiyê tê pîrozkirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, îsal bi biryardariya têkoşîna dijî dagirkeriyê tê pêşwazîkirin.

Pîrozbahiyên ku çend roj beriya niha li kolanên bajaran destpê kirine, bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" tên lidarxistin. 

Li gorî plansaziya Komîteya Amadekar a Newrozê wê sibe li 11 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pîrozbahî bên pêkanîn. Navendên pîrozbahiyê ku çav li rê ye bi sed hezaran kes tevlî bibin, wiha ne:

QAMIŞLO

Cîh: Qada Newrozê ya li bajaroka Hîmo

Saet: 10:00

DÊRIK

Cîh: Qada Newrozê ya li kêleka Bendava Borzê

Saet: 10.00

GIRKÊ LEGÊ

Cîh: Gundê Helêq

Saet: 10.00

TIRBESPIYÊ

Cîh: Qada Şehîd Mazlum Dogan a li devera Dirêjikê

Saet: 10.00

AMUDÊ

Cîh: Li gundê Çagir Bazar

Saet: 10.00

DIRBÊSIYÊ

Cîh: Meydana Newrozê ya li gundê Çolbistanê

Saet: 10.00

HESEKÊ

Cîh: Qada Newrozê

Saet: 10.00

KOBANÊ

Cîh: Girê Miştenûr

Saet: 10.00

ŞEHBA

Cîh: Gundê Eloşê

Saet. 10.00

HELEB:

Cîh: Devera Şiqeyif a li bakûrê Taxa Şêxmeqsud

Saet: 10.00

REQA

Li bajarê Reqayê jî wê sibe saet di 10.00’an de pîrozbahî çêbibe, lê cihê wê hîn nehatiye zelalkirin.

Ji bilî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê li paytexta Suriye Şamê û paytexta Lubnan Beyrûdê jî sibe pîrozbahî hebin.

ŞAM

Cîh: Qada El Feyhaa

Saet: 10.00

BEYRUD

Cîh: Devera bi navê Multeqe El Nehreyn

Saet: 10.00

Komîteyên amadekar ên bajaran banga tevlîbûnê li tevahî sazî, dezgeh û pêkhateyên herêmê kirin.