Şahidan êrîşên ser Newroza 2010'an a Reqayê vegotin

Welatiyên ji Reqayê bûyerên êrişa hêzên ewlehiyê li dijî sivîlan di Newroza 2010`an de bi bîr xistin ku di encamê de welatiyek şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Welatiyan destnîşan kir ku ew roj rojeke reş e û ew dê di rûpelên dîrokê de bê nivîsîn.

Şahidan êrîşên ser Newroza 2010'an a Reqayê vegotin
20 adar, 2023   00:49
REQA – EHMED EL ESAF

Sal bi sal şêniyên Reqayê bûyerên Newroza 2010'an bi bîr tînin ku di encamê de welatiyek şehîd bû û bi dehan birîndar bûn û hemleyên revandinê li dijî Kurdan dest pê kirin.

Welatî li Reqayê berî 2011'an Newroz li bakurê bajêr pîroz dikirin, lê belê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê wê demê rê nedida wan û hertim li pêşiya wan dibûn asteng.

/kr/uploads/files/2023/03/19/190726_-.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd Reslan ku ew bûyer bi çavê xwe dîtiye wiha axivî: "Di 2010'an de me Newroz li taxa Kurdan a bakurê bajêr pîroz kir. Lê belê hêzên ewlehiyê yên li Reqayê ew tax bi çek û erebeyên giran û ekîbên polîs û agirkujiyê dorpêç kirin û hewl dan ku şahiya me rawestînin."

Reslan wiha domand: "Di serî de endamine partiya Baas hatin ba me û me jî ew bi rêzdarî pêşwazî kirin ji ber ku em gelê Sûriyeyê yek in. Lê belê wan dijûn kirin û bombeyên dûmanî avêtin û hêzên ewlehiyê jî gule ber bi ezmên ve berandin. Piştî giranbûna pevçûna di navbera me û wan de wan gule avêtin sivîlan û di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Omer ê ji eşîra Heyderat şehîd bû û bi dehan beşdarên şahiyê birîndar bûn."

Reslan destnîşan kir ku wan jî êriş endamên hêzên ewlehiyê kir û erebeyên wan şikandin, piştî wê jî sewqiyatên leşkerî yên Firqeya 17'an gihîştin herêmê û li dijî Kurdên li Reqayê hemleyên revandin û girtinê dest pê kirin.

Reslan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca rejîmê derxistina fîtneyê di nav pêkhateyên herêmê de ye.

/kr/uploads/files/2023/03/19/190711_-.webp

Welatiya bi navê Fatme Ehmed Nesan ku ew jî li cihê bûyerê amade bû got: "Berê, me ji ber kiryarên hêzên ewlehiyê di şahiyên Newrozê de gelek zehmetî dikişandin. Wê demê me bi serbestî cejna xwe pîroz nedikir ku bi xwe cejna azadiya gelan ji zulm û zordestiyê ye.”

Fatme wiha domand: "Piştî ku şênî ji bo pîrozkirina Newrozê li cihê şahiyê kom bûn, hêzên ewlehiyê hatin, al, wêne û amûrên me şewitandin. Piştre dest bi barandina guleyan bi ser şêniyan kirin."

Fatme wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev cejn cejneke niştîmanî ye û ew cejna xelasiya ji zilmê ye, pîrozkirina wê jî erka hemû kesan û hemû pêkhateyan e."

(mh/şx)

ANHA