Piştî 10 salan Çavuşoglu li Qahîreyê ye

Ji dema xirabbûna têkiliyên Tirkiye-Misirê di 2013`an de, cara yekem wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker li Qahîreyê ye.

Piştî 10 salan Çavuşoglu li Qahîreyê ye
18 adar, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zêdetirî 10 salan, îro cara yekem wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu bi serdaneke fermî li ser vexwendina hempîşeyê xwe Samih Şukrî, çû Qahîreyê.

Wezareta Karên Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku her du wezîran civîneke girtî pêk aniye û dibe ku piştî dan û standindinan civîna çapemeniyê li dar bixin.

Têkiliyên her du dewletan ji 2013`an de xirab bûbûn. Di Gulana 2021`an de careke din dest bi dan û standinan kirin.

(cx)