​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl careke din herêmên Sûriyeyê kirin hedef

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, lihevkirina Erebistana Siûdî û Îranê û rewşa Lîbyayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl careke din herêmên Sûriyeyê kirin hedef
13 adar, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹDI ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ DE EFSEREKÎ SÛRÎ Û 2 MILÎSÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTINʹ

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da êrişa dawîn a Îsraîlê ya li Sûriyeyê û wiha nivîsand: "Di êrişa Îsraîlê ya sibeha roja şemiyê ya li dijî depoyeke çekan a milîsên Îranê ya li rojavayê Misyafê û nuqteyeke din a parastina hewayî ya di navbera Hema û Tertûsê de, efserekî hêzên rejîmê hat kuştin. Bi vê yekê hejmara kuştiyan dibe 3 kes; efserek û 2 kes ji milîsên Îranê yên li herêmê. Her wiha 2 kesên din birîndar bûn. Dibe ku bîlançoya kuştiyan zêdetir bibe.

Beriya niha bi qasî 7 mehan, bi taybet di 25ʹê Tebaxa 2022ʹyan de êriş bi heman rengî li dijî herêmê hatibû kirin.

Gerînendeyê SOHRʹê Ramî Ebdurehman ji AFPʹê re ragihand ku Îsraîlê depoyeke çekan a komên girêdayî Îranê ya li herêmeke çiyayî ya di navbera parêzgeha Tertûs (Rojava) û parêzgeha Hema û baregeheke girêdayî hêzên Dîfa El Wetenî yên Şamê de kirin hedef. Êriş li baregehekê ku dikeve rojavayê Misyafê, herêma Heyr Ebas a li ser rêya Wadî El Iyûn pêk hatibû. Li van herêman baregehên milîsên ser bi Îranê ve hene. Her wiha navendeke lêkolînên zanistî heye. Têkildarî ziyanên canî û mirovî heta niha tu agahî nehatin parvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) roja Şemiyê ragihand ku di encama topbaranê de 3 leşker birîndar bûn. SANA’yê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê “bersiv da moşekên dijmin û hinek ji wan anîn xwarê”. Çavkanî behsa deverên ku hatine hedefkirin, nekir.

Li ser pirseke AFPʹê, berdevkê artêşa Îsraîlê got “Em tiştekî li ser raporên ku medyaya biyanî parve dikin, nabêjin.”

Di nava hefteyekê de, ev êrişa duyemîn a li ser Sûriyeyê ye. Êvara duşemê borî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hatibû hedefkirin, di encamê de bi rojan ji xizmetê derketibû. Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku balafirgeh ji xizmetê derketiye, lê qala kuştiyan nekir.

Li gorî SOHR’ê, di êrişa Îsraîlê ya 19ʹê Sibata borî de taxeke li Şamê hatibû hedefkirin.

Îsraîlê bi salan e bi sedan êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîne. Ev êriş nuqteyên artêşa Sûriyeyê, yên Îranê û yên Hizbullahê, depoyên çekan û cebilxane kirin hedef. Kêm caran Îsraîl li xwe mikur tê ku êriş pêk anîne. Lê diyar dike ku dê êrişan li hemberî zêdegaviyên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê dewam bike."

ʹZEXTÊN EREBISTANA SIÛDÎ YÊN LI SER ÎRANÊ MÎSYONA ÇÎNÊ HÊSAN KIRʹ

Têkildarî tifaqa Erebistana Siûdî –Îranê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Çînê ku xwe wek navbeynkarê Erebistana Siûdî û Îranê nîşan da, cîhan û herêma Rojhilata Navîn matmayî kir. Ev yek dide nîşandan ku Pekîn xebateke dîplomatîk a mezin dimeşîne.

Lê eger em bi kûrahî lihevkirina di navbera Riyad û Tehranê de bixwînin, em ê bibînin ku guhertinek di nêrîna Îranê ya li beramberî Siûdiyê de çêbûye ku jê re bûbû çavkaniya gefê û Îranê zêdetirî 40 salî ye zext li dewletên herêmê dikir. Vê yekê mîsyona Çînê hêsan kir û bi ser xist. Iraqî, di pêvajoya serokê berê yê hikumetê Mistefa Kazimî de bi bin ketin. Dihat texmînkirin ku Mistefa Kazimî kesê herî nêzîk ê di navbera her du aliyan de ye ku dikare Iraqê bike navbeynkar.

Çavdêr dibêjin Îran êdî tê gihaştiye ku Erebistana Siûdî ne tenê wek berdewama DYA’yê ya li Rojhilata Navîn e, lê belê gefeke ewlehiyê û hevrikeke siyasî ye.

Guheretina di vê nêrînê de nîşan dide ku Îran a ji ber cezayên Amerîkayê hatibû astengkirin, nikare li pêşberî hêza aborî û diravî ya Erebistana Siûdî bibe hevrik. Her wiha nikare zextê li paytextên rojava bike yan jî bandorê li siyaseta DYA û Îsraîlê bike.

Medyaya ku destekê ji Erebistana Siûdî digire, bi taybet kanala Iran International a bi zimanê farisî weşanê dike, di nava xwepêşandanên Îranê yên li dijî hikumetê deng veda.

Rojnameya Guardianê ragihandibû ku Erebistana Siûdî di bin serokatiya welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman de 250 milyon dolar pere alîkarî daye Iran Internationalê.

ʹÎNSIYATÎFA BATILÎ LI LÎBYAYÊ NÎQAŞEKE BERFIREH VEDIKEʹ

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Nûnerê NYʹyê Ebdullah Batilî bi însiyatîfa xwe ya nû nîqaşeke berfireh li qada Lîbyayê vekir. Batilî got armanca însiyatîfê ew e çarçoveya diyalogan were berfirehkirin, pirsgirkên heyî werin derbaskirin û rê li ber hilbijartinana were vekirin.

Însiyatîf hewl dide nêzîkbûnekê di navbera komên lîbyayî de çêke. Nûnerê DYA’yê yê li Lîbyayê Richard Norland bang li aliyên siyasî kir ku bibin beşeke çareseriyê. Çavdêr dibêjin însiyatîfa Batilî dibe ku rastî gelek astengiyan were.

Li pêşniya nûnerê NYʹyê astengiyeke girîng e, anku çawa wê endamên komê hilbijêre da ku nekeve heman şaşiyên nûnerê berê Stephanie Williams. Stephanie Williams bi hilbijartina endamên komxebata diyalogên siyasî hatibû tawanbarkirin. Ji tawanên li dijî wê, şepêla îslama siyasî û lîbyayiyên li derve di ser her tiştî re digire û nekarî rê li gendeliyê bigire.

Çavdêrên lîbyayî dibêjin, însiyatîf dê mecala pêkanînê nebîne, nemaze ku mercên ewlehî ne guncaw in. Endamê parlamentoyê Ebduselam Nesiyê bang li Batilî kir ku li komîteya destûrî ya 6+6 û aliyên nakok vegere.”

(bb)