​​​​​​​Semînerek li ser komkujiya Qamişlo hate dayîn

Li Tebqayê têkildarî komkujî û Serhildana 12ʹê Adarê ya li Qamişloyê semînerek hate dayîn.

​​​​​​​Semînerek li ser komkujiya Qamişlo hate dayîn
12 adar, 2023   15:47
TEBQA

Bi boneya salvegera 19ʹemîn a Serhildana 12ʹê Adarê ya li Qamişloyê û komkujiya ku hikumeta Şamê beriya serhildanê pêk anîbû, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqa û gundewarên wê semînerek li navenda çand û hunerê da.

Semîner bi amadebûna bi dehan mamosteyan ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Selah Îbrahîm ve hate dayîn.

Îbrahîm diyar kir ku 19 sal di ser komkujiya 12ʹê Adarê re derbas bûn û got, ev komkujî veguherî serhildanê û li tevahî Rojava, Heleb, Şam û Ewropayê belav bû.

Îbrahîm destnîşan kir ku ev serhildan bersiva sûc û siyasetên sîstemên desthildar ên li dijî Kurdan û gelên Sûriyê yên din e û wiha domand: "Komkuî li stada futbolê pêk hat. Di vê bûyerê de aliyên ji derve hatin gotinên xirab ji bo sembolên kurdî û rêveberên wê avêtin. Di encamê de pevçûn di navbera alîgirên herdu tîman de derketin. Hikumeta Sûriyeyê pevçûn gûr kir û gule li ciwanên Kurd reşandin. Di encamê de hejmarek ciwan şehîd bûn.ʹʹ

Selah Îbrahîm serhildana Qamişlo weke çirûska yekemîn a şoreşa li dijî sîstema desthildar a Sûriyê bi nav kir û anî ziman ku şêniyên Qamişlo bi qehremanî li hemberî siyasetên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de sekinin.

Selah Îbrahîm di dawiya semînerê de soz da ku ew dê rêya şehîdan bişopînin heta ku azadiyê bi dest bixin, mafên gelên bindest mîsoger bikin, projeya neteweya demokratîk pêk bînin û sîstemên serdest têk bibin.

(dm)

ANHA