​​​​​​​Rojnameyên erebî: Serokê Tunisê biryar da meclisên şaredariyan betal bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa biryara serokê Tunisê ya betalkirina meclisên şaredariyan, dosyaya hilbijartinên Lîbyayê û krîza petrolê ya li cîhanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Serokê Tunisê biryar da meclisên şaredariyan betal bike
10 adar, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

′LI TUNISÊ PIŞTÎ BIRYARA SEROK A BETALKIRINA MECLISÊN ŞAREDARIYAN NÎQAŞ HENE′

Rojnameya Şerq El Ewset girêdayî rewşa Tunisê wiha nivîsand: "Serokê Tunisê Qeys Seîd di civîna duh a meclisa wezaretan de ragihand ku dê meclis li gelek proje û fermanan binêre, ji wan jî biryara meclisê ya betalkirina meclisên şaredariyê û sererastkirina qanûna hilbijartina endamên meclisên şaredariyê. Her wiha Seîd bang li parlamentoya nû kir ku civînekê di duşema bê de li dar bixe. Vê yekê jî nîqaşeke siyasî ya fireh li ser israra Seîd a tesfiyekirina mîrasa siyasî ya pergala desthilatê ya bi serkêşiya Tevgera Nehdayê çêkir.

Şopînerên rewşa siyasî ya Tunisê li ser vê gavê matmayî neman, lê belê piraniya wan li bendê bûn ku nûnertiyên taybet li ser serê şaredariyan bên avakirin, da ku projeya serok Seîd a girêdayî hilbijartina endamên meclisa Tunisê ya alî û herêman temam be.”

′ÎNSIYATÎFA BATILÎ TEVLIHEV DIBE: PÊŞNIYARÊN HEVRIK ZÊDE DIBIN′

Rojnameya El Exbar El Lubnaniye têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Piştî çend rojan ku nûnerê navneteweyî yê taybet ê Lîbyayê Ebdullah Batilî li pêş Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî berpirsên hewldana xerabkirina hilbijartinan şermezar kirin. Her wiha careke din axaftina li ser derfeta avakirina hikumeteke biçûk ku bikare tenê tedbîrên hilbijartinan di demeke lez de pêk bîne, derket holê. Tê texmînkirin Batilî di civîneke çapemeniyê de nêrînên xwe li ser rêveçûna xebata hilbijartinê û çareya lihevkirinê biaxive. Ew yek di demekê de ku nakokiyên di navbera serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşrî de hene, pêk tê. El Muşrî got divê hikumeteke biçûk ku çavdêriya li ser xebata hilbijartinan bike, were avakirin û Salih jî got divê temamkirina xebata hilbijartinê xwe bispêre guhartina destûrê ku biryara wê di vê dawiyê de hatiye dayîn."

‘PIŞTÎ SALEK DI SER ÊRIŞA LI DIJÎ UKRAYNAYÊ RE DERBAS BÛ SÛKA PETROLÊ GUHERÎ′

Rojnameya El Erebî têkildarî bandora tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê li ser sûkên petrolê wiha nivîsand: "Ji ber şerê salekê yê li Ukraynayê û cezayên li dijî Rûsyayê guhartinên mezin di sûka petrolê de çêbûn. Tê texmînkirin ku ev guhartin demdirêj bin û buhayên petrolê bilind bibin.

Berpirsê lêkolînên li ser petrolê yê di şîrketa S&P Global Commodity Insights de Jim Burkhard got piştî êrişa li dijî Ukraynayê xebata li sûkê ji gelek milan ve guheriye.

Ewropa beşeke mezin ji petrola Rûsyayê sekinand û li şûna wê petrola xam a ji Rojhilata Navîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi kar tîne.

Dewletên Asyayê nexasim Çîn û Hindistan bi buhayekî kêm petrolê ji Rûsyayê dikirin, lê dewletên jêderên din bi kar anîne, bi buhayekî bilind petrolê dikirin."

(fr)