Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand

Şandeyek ji Rêxistina International Emergency Help serdana kantona Şehbayê kir û rewşa koçberan şopand.

Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand
Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand
Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand
Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand
4 adar, 2023   14:48
ŞEHBA

Rêxistina Alîkariya Lezgîn a Navneteweyî) International Emergency Help) serdana kantona Şehbayê kir û rewşa koçberên Efrînê yên li kampan û xaniyên nîvwêrankirî şopand.

Şande ji serokê rêxistinê Ekrem Nesan û endamên rêxistinê Dr.Frank Schulze û profesorê beşa tamarê Borgan Scheblow pêk tê.

Şandeyê serdana kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê û malên nîv wêrankirî yên ku koçberên Efrînê lê dimînin, kir.

Serokê rêxistinê Ekrem Nesan diyar kir ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku alîkariyên ku li Almanyayê hatine komkirin bighînin koçberan û mexdûrên erdhejê. Nesan anî ziman ku alîkarî ji aliyê rêxistinên wekî Komeleya Zarokan a Mezopotamya û Koma Bijîşkên Kurd ên li Almanyayê ve hatine komkirin.

Nesan destnîşan kir ku di du mehên bê de wê beşekî din a alîkariyan werin pêşkêşkirin.

Nesan bal kişand ser ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye û got: "Berî du rojan em gihiştin kantona dorpêçkirî, me dît çawa ji ber şer kanton wêran bûye. Hikumeta Şamê ambargo ferz kiriye û nahêle alîkarî û derman derbas bibin."

Nesan îşaret bi rola Heyva Sor a Kurd a pêşkêşkirina alîkariyan di mercên zehmet de kir û anî ziman ku ku ew ê rewşa li kantonê li Almanyayê ragihînin û alîkariyan ji bo koçberên Efrînê û mexdûran re kom bikin.

Tê payîn ku şande seredana saziyên tenduristî û yên xizmetguzariyê yên li herêmê bike.

(bb)

ANHA