Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Xelef El Omer li Dêrazorê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
3 adar, 2023   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Endamekî Asayîşa me ya Dêrezorê  roja Pêncşemê 2’yê Adarê, dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihişt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Xelef El-Omer

Navê bav: Etallah

Navê dayikê: Şekhe

Cih û dîroka tevlêbûnê: El Bisîre 11-7-2018ʹan.

Cih û dîroka şehadetê: El Sebha 2-3-2023ʹan.

Şehîd Xelef El Omer beriya nêzî 5 salan tevlî nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Tevlîbûna wî ji ber hezkirina wî ya ji xak û welatê xwe û parastina wê re bû.  Şehîd Xelef El Omer di erkên xwe de endamekî çalak bû, hertim bi hezkirin û hevkariyê bi rêhevalên xwe re mijûl dibû û ruhekî bilind yê hevaltiyê li ba wî hebû.  Xelef  El Omer dema erka xwe ya parastina ewlehî û aramiya welatê xwe bi cih dianî di encama êrişeke çetetî de şehîd ket.

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Xelef  re dixwazin û serî li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ditewînin. Em diyar dikin ku em ê li ser rêya şehîdan dimeşin heta ewlehî û aramî li hemû herêmên me pêk were.ʹʹ

(bb)