​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin

Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi merasîmekê hat pîrozkirin.

​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera 8ʹemîn a rizgarkirina Til Hemîsê hat pîrozkirin
27 sibat, 2023   14:06
QAMIŞLO

Îro salvegera 8`an a rizgarkirina navçeya Til Hemîs ji DAIŞ`ê ji aliyê YPG û YPJʹê ye. Bi vê boneyê, meclisa navçeyê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeyê, di nav de endamên saziyên sivîl, leşker ên kantona Qamişlo merasîmek li hola Navenda Çandê ya rojhilatê navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de endamê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Ehmed El Casim axivî û hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Hevgirtina pêkhateyan li hember aloziyan û êrişên DAIŞ`ê, hişt ku gelê herêmê û hêzên wê yên leşkerî bi ser kevin. Bi saya felsefeya jiyana hevbeş û neteweya demokratîk me navçeya xwe bi zendên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir û xwedî li rêveberiya xwe ya leşkerî û sivîl derket.”

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a Til Hemîsê Egîd El Sakar jî axivî, berxwedana hêzên leşkerî ya ji bo tunekirina terorê silav kirin û got: “Bi saya YPG û YPJ`ê DAIŞ bi bin ket û nekarî sûcên din li herêmê pêk bîne.”

El Sakar soza rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da û wiha anî ziman: “Çawa hêzên me Til Hemîs û herêmên din ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin, em dê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin û planên osmaniyê têk bibin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef jî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîan serkeftinê û rizgarkirina hemû herêmên rizgarkirî da.

Her wiha hevserokê Navenda Perwerdeyê ya Til Hemîsê Xelîl Osman jî axivî û salvegera rizgarkirina navçeyê li gelên têkoşer pîroz kir û rola hêzên leşkerî ji bo parastina ewlehiyê û aramiyê silav kir.

Di dawiyê de Osman banga hevgirtin li gelên herêmê kir.

(şx)

ANHA