Çeteyan li Şêrawayê welatiyek revand

Çeteyên “Feyleq El Şam” ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyek revand û bir girtîgeha li navçeyê.

Çeteyan li Şêrawayê welatiyek revand
27 sibat, 2023   08:42
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî hatine bidestxistin, çeteyên “Feyleq El Şam” bi hincetên bêbingeh welatiyê bi navê Rêber Osman (40) yê ji navçeya Şêrawayê revand.

Rêber Osaman ji bo girtîgeha li gundê Îska yê Şêrawayê hat birin û çarenûsa wî nayê zanîn.

(şx/cx)

ANHA