​​​​​​​Rêjeya avê li bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neguheriye

Rayedarên bendavên Rojava û Firatê got ji ber erdheja 6’ê Sibatê tu guhartin di rêjeya ava her du bendavan de çênebûye û têkildarî qutkirina ava Firatê ji ser Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve, hişyarî da.

​​​​​​​Rêjeya avê li bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neguheriye
22 sibat, 2023   12:18
MINBIC

Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêkildarî rewşa dawîn a Bendava Rojava û ya Firatê û rêjeya avê li Bendava Rojava ya li Kobanê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endamê rêveber ê Bendava Rojava Hemûd El Hemadîn têkildarî bendavê got: "Em niha li qenaya têketina Bendava Rojava (Tişrînê) sekinîne. Cara yekemîn di zivistanê de ev qena diyar dibe û ji derve re eşkere dibe."

El Hemadîn wiha domand: "Îdiayên li ser zêdebûna rêjeya avê li çemê Firatê û berdana avê ji aliyê dewleta Tirk ve, dûrî rastiyê ne."

′TU XISAR LI BENDAVAN NEBÛYE′

Serokê Şaxê Ewlehiya Pîşesaziyê yê Bendava Firatê Îmad Ubeyd jî got: "Di rojên borî de li herêmê erdhejek çêbû. Lê tu xisar bi bendavan nebû. Bendava Firatê li gorî pileya 9 a erdhejê hatiye avakirin."

Ubeyd wiha domand: "Ger aliyê Tirkiyeyê di qutkirina avê de dewam kir, dê bendav ji xizmetê derkeve."

Her wiha Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Risto jî got: "Me xwest balê bikişînin ser rewşa avê, elektrîk û binesaziya bendavan. Rewşa elektrîkê li gorî rêjeya avê ye."

Li ser xebata li bendavan Ziyad Risto wiha domand: "Bendav bi awayekî pir kêm dixebitin. Bendavên Firat û Tişrînê bi hev re rojane nêzî 125 megawat elektrîkê didin û 2 saetan li tevahî herêmê tê belavkirin. Ger rewşeke ji vê girantir çêbû yan jî wekî rewşa niha ma, em ji windakirina van du saetan jî ditirsin.”

(fr)

ANHA