Klînîkên gel meqseda şêniyan e

Ligel rewşên aborî yên zehmet û bilindbûna lêçûna dermankirinê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin klînîkên gel.

Klînîkên gel meqseda şêniyan e
20 sibat, 2023   04:23
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Ji 2021′ê ve klînîkên gel ên saziyên civaka sivîl ên Qamişloyê xizmeta tibî pêşkêşî şêniyan dikin. Ji bilî roja înê klînîk saet ji 08:00′ê heta bi 14:00′an, nexweşan pêşwaz dikin.

Di klînîkan de beşên hundirîn, jin, sinir, zarokan, poz, guh, qirik, gurçik, mîzok, hestî, nûjdariya giştî, diran, laboratuwar, radyolojî û dermanxane hene. Di klînîkan de 54 bijîşk, rêveber û pîşesaz dixebitin.

Li gorî endamê rêveber ê klînîkên gel Mazin El Şêx, li nexweşxane û klînîkên taybet bijîşk ji 20 heya 25 hezar lîreyên Sûriyeyê ji nexweşan distînin. Lê li klînîkên gel 5 hezar lîreyên Sûriyeyê û derman jî bi buhayeke guncaw bi rêya ji sedî 10-20 ji dermanxaneyên derve kêmtir e. Eko bi rêjeya ji sedî 60, tehlîl bi rêjeya ji sedî 30 û radyolojî bi rêjeya ji sedî 50 ji derve kêmtir e.

′KLÎNÎK MEQSEDA XIZANAN E′

Nexweşa bi navê Mûfîde Silêman got, xizmeta ku klînîkên gel pêşkêş dike baş e û meqseda xizanan e û wiha domand: "Ligel rewşa aborî ya zehmet klînîk bi civakê re dibin alîkar. Ji ber  ku serdana li klînîkên bijîşkekî taybet li ser xizanan barekî mezin e."

Nexweşê bi navê Cemal Silêman jî da zanîn ku serdana bijîşkên klînîkên taybet pir dijwar e, ji ber di her carekê de 20 hezar lîreya Sûriyeyê distînin.

Cemal Silêman anî ziman ku xizmeta ku klînîkên gel pêş dike jî pir baş e û wiha domand:" Li kêlek wê jî tehlîl, derman û radyolojî bi buhayekî guncaw in û em bi hêvî ne ev xebat dewam bike."

′DI MEHEKÊ DE 5 HEZAR NEXWEŞ SERLÊDAN DIKIN′

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê klînîkên gel Mazin El Şêx da zanîn ku klînîkên gel bi hemû beşên xwe (lênerîn, labrotwar û dermanxane) xizmeteke baş pêşkêşî xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê dike. El Şêx diyar kir ku di mehekê de derdora 5 hezar nexweş serî li van klînkan didin.

Li ser astengiyên li pêşberî klînîkên gel El Şêx got, rêxistinên têkildar destekê nadin, amûra endoskopiya xwarinê û wênekişandina panoramaya diranan tune ye.

DERMANKIR BÊ PERE YE

Têkildarî mekanîzme û şopandina xebat û giliyên şêniyan El Şêx got: "Ger çi giliyek li ser kîjan bijîşkî hat, wê demê rêveberî çareyekê ji vê pirsgirêkê re dibînine. Em rewşa aborî ya nexweşxan jî dizanin û piranî nexweş bê pere tên dermankirin."

(fr)

ANHA