Li Îranê nerazîbûnên gel didomin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku serhildan di meha 6`an de didome, welatî li dijî rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya xirab jî çalakiyên protestoyî li dar xistin.

Li Îranê nerazîbûnên gel didomin
20 sibat, 2023   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku duh li bajarên Kirmaşan, Ehwaz, Şuş û Şuşter welatî li dijî rewşa xirab a jiyanê û xemsariya berpirsan a li beramberî xwestekên wan xwepêşandan kir.

Li Tehranê jî xwediyên simunxaneyan li dijî nebûna alîkariyên hikûmetê ya ji bo peydakirina kelûpelên pêwîst, çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin.

Li bajarê Yasucîş karkerên şaredariyê li dijî derengketina mûçe li ber avahiya walîtiya bajêr xwepêşandan li dar xistin.

Her wiha li bajarê Tebrizê mamosta û karmendên perwerdê li dijî kêmkirina mûçe nerazîbûn nîşan da.

Li bajarê Yezdîş li beramberî bicihneanîna daxwaz û rewşa xirab a jiyanê karkerên tekstîlê dest bi grevê kirin.

(cx)