Navenda Azadiyê ya Stockholmê: Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinan êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûn

Navenda Azadiyê ya Stockholmê diyar kir ku li Tirkiye û derveyî wê, bi nêzîkbûna hilbijartinan re êrişên li ser rojnamevanan zêdetir bûne.

Navenda Azadiyê ya Stockholmê: Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinan êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûn
1 sibat, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Azadiyê ya Stockholmê dewleta Tirk êrişên xwe li dijî rojnamevanan beriya hilbijartinan zêde kirin; wan digire, fişarên malî li wan dike, sûdê ji qanûna nû ya ragihandinê digire ku hemû kesên “agahiyên biguman” belav bikin, cezayê girtinê lê dibire. 

Di rapora navendê de hate gotin ku zordestî li welêt hîna dewam dike û dezgehên çapemeniyê yên sereke li Tirkiyeyê di bin kontrola hikumetê de ne.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li seranserî cîhanê hejmara herî zêde ya rojnamevanên girtî li Tirkiyeyê ye. Hejmara rojnamevanên girtî gihaşt 40’î ku jê 25 rojnamevanên Kurd in.

Navendê eşkere kir ku nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, şehîd bû. Her wiha nûçegihanê kanala Stêrk TV’yê Mihemed Cerade jî birîndar bû.

Dewleta Tirk hîna hinceta şerê terorê wek hincet li dijî rojnamevanan bi kar tîne. Di piraniya darizandinan de, nûçeyên li ser sosyal medyayê belav dikin an jî gotar û nûçeyên ku çêdikin li dijî rojnamevanan wek delîl bi kar tîne.

Li gorî rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) di sala 2022`yan de, di nava 180 dewletan de Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 149’an de ye.

(şx)