Projeya ‘Şaredariya mînak a bi feraseta jinê’ dest pê dike

Projeya “Şaredariya mînak a bi feraseta jinê” dest pê dike. Biryara projeyê di civîna salane ya jinan a şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû dayîn.

Projeya ‘Şaredariya mînak a bi feraseta jinê’ dest pê dike
1 sibat, 2023   08:20
DIRBÊSIYE - HÊLÎN EYLÛL

Di çarçoveya pêkanîna projeyê de, Rêveberiya Jinan a Şaredariyên Herêma Cizîrê duh derbasî Dirbêsiyê bû û dest bi hevdîtinan kir. Wek gava yekem bi meclisa bajarê Dirbesiye û Meclisa Şaredariyê re civîn hatin çêkirin û der barê projeyê û rêbaza pêkanîna wê de agahî hatin dayîn.

Hefteya pêş jî bi heman armancê dê bi bi komîn, Komîteya Ekolojiyê û esnafan re civîn werin çêkirin û plansazî werin derxistin. Piştî derxistina plansaziyan jî dê dest bi pêkanîna wan bê kirin.

Di civîna nirxandina xebatên şaredariyan a sala 2022’yan de ku 11’yê Çileya 2023’yan pêk hatibû, biryar hatibû dayîn ku şaredariya bi feraseta jinan derxin asteke jortir.

Di civînê de zêdekirina hejmara xebatkarên jin di şaredariyan de, pêşxistina projeyên jinan, li gel komînan pêkanîna projeyan, ji bo jinan perwerdeyên fikrî û pîşeyî, ji bo jinên li derveyî şaredariyan civînên têkildarî pêdivî û pirsgirêkan, perwerdeyên têkildarî ekolojiyê û hwd hatibûn nîqaşkirin.

Ji bo pekanîna biryaran jî şaredariyek wekî nimûne hate hilbijartin. Di civînê de li ser pêşniyara nûnerên Şaredariya Dirbêsiyê ev şaredarî wek nimûne hatibû diyarkirin.

Bi pêkanîna vê biryarê re tê xwestin ku di karên civakî û şaredariyê de feraseta azadiyê jinan derkeve astek jortir, xebatên bi pêşengiya jinan ku ev 10 sal e tên meşandin, di hemû beşên jiyanê de şênbertir û bisazûmantir bibin. Armanc ew e ku zîhniyeta burokratîk, memûrtî, desthilatdarî ji holê were rakirin û feraseta ku jinan wek îrade nabîne bê derbaskirin û civakeke demokratîk were avakirin.