Piştî mehekê baranê hêviyên cotkaran geş kirin

Barana ku di 2 rojên dawîn de bariya, hêviyên cotkaran geş kir. Zêdetirî mehekê bû ku li herêmê baran nedibarî.  

Piştî mehekê baranê hêviyên cotkaran geş kirin
1 sibat, 2023   08:12
QAMIŞLO

Bi derengbarîna baranê re, metirsiyên cotkaran zêde bûn û bi taybet xwediyên zeviyên bejî bi fikar bûn.

Barana ku di 2 rojên dawîn de bariya, hêviyên cotkaran geş kirin ku mewsim bi ser bikeve.

Ji duşemê ve li herêmê baran dibare. Li gorî saziyên têkildar, miqdara barana li bajar û navçeyên herêma Cizîrê bariye, zêdetirî 10 milîmetre ye.

(şx)

ANHA