Rojnameyên erebî: Li pêş hewldanên nêzîkbûnê yên Şam û Enqereyê astengî hene

Nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewlet Tirk a dagirker û rewşa Iraq û Filistînê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Li pêş hewldanên nêzîkbûnê yên Şam û Enqereyê astengî hene
31 ÇILE, 2023   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹERDOGAN BI NORMALÎZEKIRINÊ VE GIRÊDAYÎ YEʹ

Li ser rewşa Sûriyeyê û rêveçûna nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Di demekê de ku Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) derbasbûna 6 salan a kontrola xwe ya li Idlibê û avakirina “wîlateyekê” li vir pîroz dike, Tirkiye hemû hewldanan dike da ku dosyaya parêzgeha li bakurê rojavayê Sûriyeyê bixe tevgerê. Ev yek wekî gava yekemîn a rasteqîn a bi rêya normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyeyê re ye. Ruxmî hemû zextên Amerîkayê yên li ser wî, diyar e ku Erdogan hîna bi normalîzekirinê ve girêdayî ye. Ji ber ku normalîzekirin ji bo Erdogan ku li pêşberî hilbijartinan e, rêya herî guncaw a çareserkirina gelek pirsgirêkan e. Jixwe Erdogan bi xwe di çêkirina van pirsgirêkan de cih girtiye. Lê hîna ev rê ji bo Tirkiyeyê tijî metirsî ne, heke ji aliyê derve bike yan jî girêdayî xetereya cîhadîstan be. Lê êdî asoyên wê bêtir xuya dikin ku Tirkiye xistiye tengasiyê.

Bepirsên ewlehî û leşkerî yên Tirk civîneke nû bi fermandarên Heyet Tehrîr El Şam re li dar xist û rewşa rêya Heleb-Laziqiyê (M4) nirxand. Wekî gava yekemîn a nêzîkbûna bi Şamê re, Enqere dixwaze vê rêyê veke. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên cîhadîstan parve kirine, civîn 2 saetan li nêzî deriyê sînor ê Bab El Hewa yê Idlibê dom kir. Ev civîn nepen bû, ji bilî teqeziya Tirkiyeyê ya garantiya rê û agahdarkirina koman a li ser niyeta xwe ya meşandina dewriyayan, tu agahî der barê civînê de nehatin parvekirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk di rojên borî de rêzetevgerên meydanî pêk anîn. Nuqteyên çavdêriyê veguhastin herêmên rêya M4 yên li herêma Cebel El Zawiye. Çavkaniyan destnîşan kir ku Enqere di van rojan de ji bo ceribandina rewşê û nirxandina metirsiyên ewlehiyê yên ku dibe sedema têkçûna vekirina rê eger bi awayekî zanebûn be, ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve be yan jî ji aliyê komên din be ve, dixebite. Tirkiyeyê gelek caran diyar kir ku ew ê pabendî her lihevkirinekê girêdayî rêya Heleb-Laziqiyê be.”

ʹNAMZET DIBIN SEDEMA NAKOKIYÊN DI NAVBERA SÛDANÎ Û EL MALIKÎ DEʹ

Der barê rojeva Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên iraqî got ji ber ku Sûdanî serokê Tevgera Esayîb El El Heq ji bo hilbijartinên bê yên meclisên parêzgehan hilbijart, nakokiyeke nû di navbera serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî El Malikî de derket. Malikî ev yek wek dijberiyekê bi nav kir ku Sudanî dixwaza namzetan bi kesayeta xwe ve sînordar bike.

Axaftina li ser nakokiyê ne tiştekî nû ye. 28ʹê Kanûna 2022ʹyan çavkaniyan eşkere kirin ku di navbera rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê û serokwezîrê Iraqê de nakokî derketin. Sedema vê nakokiyê jî ew e ku serokwezîr hin biryar derxistin bêyî ku li Desteya Rêveber a Çarçoveya Hemahengiyê vegere.

Çavkaniyeke siyasî ya pêbawer got Çarçoveya Hemahengiyê, bepirsê rêxistinên Esayîb Ehil El Heq Muhend Şakir wekî namzet ji bo hilbijartinên bê yên parêzgehan pêşkêş kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku El Malikî li aliyekî xwe wekî rêveberê Çarçoveya Hemahengî û li aliyekî din wekî berpirsê Esayîb El Heq dibîne. Her wiha anî ziman ku El Malikî biryara Sûdanî wekî dijbertiyekê nirxand, ji ber ku dixwaze ku diyarkirina namzetê çarçoveyê divê di destê wî dibe."

ʹHEWLDANÊN AMERÎKA-MISIRÊ YÊN KÊMKIRINA RAGEŞIYÊ LI DIFAYÊ’

Girêdayê Filistînê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî pêwîstiya tevgereke bilez ji bo aramkirina rewşa Filistînê destnîşan kir. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî banga "aramîyê" di navbera Îsraîl û filistîniyan de kir.

Blinken di çarçoveya serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de ku dê 3 rojan dewam bike, beriya ku biçe Ramellayê bi serokkomarê Misirê re civiya. Blinken behsa aramkirina rewşê kir.

El Sîsî got, ji ber pêşketinên dawîn xebateke bilez di aliyê siyasî û ewlehî de pêwîst dike da ku rewş were armankirin û rê li ber girtina tedbîrên yekalî werin girtin. El Sîsî her wiha îşaret bi vê yekê kir ku helwesta Misirê sabit e ku çareseriyeke adilane û giştî ku mafê gelê Filistînê mîsoger dike, dixwaze.

Têkildarî hevdîtinê, Blinken çû Til Evîvê û bi berpirsên Îsraîl û Filistînê re hevdîtin kir. Blinken bang li hemû aliyan kir ku ji bo aramkirina aloziyê gavan biavêjin.

Blinken beriya ku biçe Dîfa Xerbiye û bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re hevdîtinê bike dê li Qudsê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Pisporê kar û barên Îsraîlê Dr. Eymen El Hinêtî got, rawestandina aloziyan li Qudis û Dîfa Xerbiye dê armanca serdana Blinken a bo herêmê be, ji ber ku Filistînê di rewşeke pir metirsîdar de ye, nemaze piştî operasyonên Cenîn û Qudsê û bandorên wan.

Li gorî El Hinêtî, dibe ku hewlên Amerîkayê di demeke nêzîk de ronahiyê bibînin ku vê qonaxê kontrol bike û hewayekî guncaw ji bo destpêkirina proseya aştiyê, dayîna hêviyê ji bo filistîniyan û gihîştina çareseriyên dadmend ên ku rehetiyê bide hemû aliyan, amade bike."

(bb)