Li Efrînê 5 kes hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî 5 şêniyên din ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Li Efrînê 5 kes hatin revandin
31 ÇILE, 2023   07:59
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê da zanîn ku MÎTʹa dewleat Tirk a dagirker li gundê Enqele yê navçeya Şiyê 2 û li Cindirêsê 3 kes revandin.

Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in: Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20) ji gundê Enqelê ne, Mihemed Îbrahîm Mihemed (39) ji gundê Hec Îskender e, Receb Silêman Şewax (42) ji gundê Hemam ê Cindirêsê ye û Eynayet Arif Bekir (56) ji heman navçeyê ye.

(bb)

ANHA