Rojnameyên erebî: Li dijî Îranê hevkariya Tirkiye-Azerbaycanê

Rojnameyên erebî yên îro derketine, cih da hebûna Îranê ya li Sûriyeyê, êrişên li ser Îranê û rewşa Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Li dijî Îranê hevkariya Tirkiye-Azerbaycanê
30 ÇILE, 2023   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI NÛ VE CIHGIRTINA ÎRANÊ LI SÛRİYEYÊ PIRSAN ÇÊDIKEʹ

Têkildarî hebûna Îranê ya li Sûriyeyê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Zêdebûna hatina milîsên Îranê ji başûr bo herêma Dêrazorê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku Îran cihê xwe li Sûriyeyê vegerandiye. Hinek sedema vê yekê dispêrin bandorên êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî baregehên Îranê yên li başûrê Sûriyeyê. Lê hin kes jî dibêjin ku ev gava Îranê hewldanek e da ku cihekî ji xwe re li herêma stratejîk a di bin hegemonyaya Amerîkayê de peyda bike.

Şîrovekar dibêjin ku belavbûna leşkerî ya Îranê ya li başûrê Sûriyeyê ji destpêka 2022ʹyan ve kêm bûye. Lê Îran naxwaze li wan deveran jî xwe ji avakirina eniyên şer paşde vekişîne.

SOHRʹê behsa tevgera bi dehan endamên Hizbullahê û milîsên Îranê kir da ku ji paytexa Sûriyeyê Şam êber bi bakurê rojhilatê welat ve werin veguhastin.

Li gorî SOHR’ê, milîsên Îranê komeke perwerdekar û endamên îranî û yên Hizbullahê bi rêya balafireke barhilgir a ‘Ilyushinʹ a rejîma Sûriyeyê veguhastin. Balafir ji balafirgeha Şamê ya navneteweyî rabû.

Vê dawiyê Îran hebûna milîsên xwe li rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Çavnebariyên Îranê cografyaya cihêreng ku wekî girêdanek di navbera Şam û Mezopotamyayê de tê hesibandin, derbas kirine û ber bi armancên aborî yên xwedî dewlemendiya binerd a Dêrazorê û girîngiya siyasî ve diçin.

Amerîka hewl dide projeya Îran a zêdegaviyê têk bibe û xeteke bejahî bi rêya çolistana Sûriyeyê heta Şamê ava bike. Baregeha Tenef a li kûrahiya bejahiya Sûriyeyê ji bo Koalîsyona Navneteweyî nuqteyeke girîng e. Her wiha nuqteya li herêma Zekef ji bo çavdêriya her tevgereke îranê ya li herêmê girîng e.”

'GELO DÊ PARÇEBÛNÊN LI LUBNANÊ WELAT BER BI BEŞA 7ʹAN VE BIBE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Beyan got: "Li gorî nûçeya Reutersê, patrîkê marûnî Beşara Botros El Raî ku oldarê navdar ê xiristiyanên li Lubnanê ye, duh bang li dadwerê berpirsê lêkolînkirina teqîna bendera Beyrûtê Tariq El Bîtar kir ku karê xwe bidomîne û alîkariyê ji her desthilatdariyeke derve bigire da ku berpirsyarên wê teqîna wêranker diyar bibe.

Berpirsê Meclisa Giştî ya Marûnî, wezîrê berê Wedîh El Xazin jî di daxuyaniyekê de metirsiyên xwe anîn ziman ku Lubnan ber bi beşa 7ʹan ve biçe.  Her wiha bang kir ku ji rewşa dudiliyê derkevin û li gorî pêşniyarên ku rewşê ber bi rizgarkirinê ve bibe, bimeşin. Li gorî çapemeniya Lubnanê, El Xazin got: "Di vê kêliyê de sînorek heye, an em ber bi çareseriyên rizgarkirî ve biçin an jî dê hilweşîneke giştî çêbe." 

Her wiha got: "Di tevgera bilez a niha de hinekî hêvî heye. Ji me tê xwestin ku em berjewendiyên kesayetî an hizbî bidin aliyekî, ji ber ku xelk li rêyan tengezar bûne. Niyet tenê têrê nakin, lê belê divê alîkarî were dayîn da ku rewş ber bi xelasiyê ve biçe. Ji ber astengbûna hilbijartinên serokkomarekî nû, bicihenanîne piraniya hêzên siyasî sozên xwe yên ku li pêşiya patrîkê marûnî Beşara Botros El Rahî dabûn, li gel alozî û tengbûna demê, careke din ez metirsiyên xwe dubare dikim ku Lubnan ber bi beşa 7ʹan ve biçe.”

‘HEVKARIYA BAKU Û ENQEREYÊ: QAFKASYAYA BAŞÛR DIJMINATIYA TEHRANÊ DIKEʹ

Têkildarî aloziya Îran-Azerbaycanê, pisporê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Nûredîn ji rojnameya El Exbar re wiha nîvisandin: "Êrişa çekdarî ya kesekî bi nasnameya îranî ya li dijî balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê hêrseke bilind a Baku û Enqereyê çêkir. Ruxmî ku desthilata Îranê ragihand ku êriş ferdî ye û sedemên wê malbatî ye, lê desthilata Baku bi vê yekê îqna nabû. Şîrovekarên azerbaycanî bûyera ku rû da wekî aloziyeke vekirî di navbera herdu welatan de ya ji destpêka payîza 2020ʹê ve an ku ji dema bidawîbûna şerê di navbera Ermenistan û Azerbayanê de ve, bi nav kir. Desthilata Azerbayanê dîmeneke parve kir. Di dîmenê de xuya dibe gardiyanên balyozxaneya Îranê destwerdana êrişê nekir, lê êrişkar bi çekeke kalaşnîkof derbasî avahiya nûnertiya dîplomasî bû û gule avêtin karmendên ewlehiyê yên Azerbayanê yên di hundir de û kesek qetil kir û du jî birîndar bûn. Desthilata Îranê êrişkarê ku hewl da bireve girt. Lê ya balkêş di nêrîna Bakuyê de ew e ku kenaleke Îranê hevdîtineke bi êrişkar re weşand. Tê zanîn ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî daxwaza lêpirsîneke giştî der barê bûyerê de kir.

Ya balkêş, piştî êrişa li ser balyozxaneyê, zimanê berpirs û şîrovekarên Îranê yê dijbertiya Îranê tund bû. Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û cîgira wî Mehrîban ku di heman demê de hevjîna wî ye êriş şermezar kir û bi "terorîst" binav kir. Serokkomar Aliyev anî ziman ku êrişên li ser şandeyên dîplomasî nayên qebûlkirin. Her wiha parlamentoya Azerbaycanê banga vekirina lêpirsekekî giştî kir û Îranê wekî berpirsê Îranê nîşan da.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî êriş "hovane" bi nav kir û got welatê wî piştgiriyê dide Azerbaycanê.

Li gorî rojnameyên, ne dûr e ku destê Amerîka û Îsraîlê di vê bûyerê de hebe, ku dixwazin hawayeke li başûrê Kafkasyayê li dijî Îranê ava bikin û nehêlin ev herêmê bibe heêma tevgeriya Îran – Rûsyayê. Nemaze ku ji ber şerê li Ukraynayê her du dewlet bi xurtî nêzî hev bûne."

(bb)