Piştî êrişê hêzên Îranê ketin nava liv û tevgerê

Piştî ku duh derengiya şevê bi 3 droneyan êrişî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya Îranê hate kirin, hêzên Îranê li hinek cihan ketine nava liv û tevgerê.

Piştî êrişê hêzên Îranê ketin nava liv û tevgerê
29 ÇILE, 2023   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên hatin girtin, duh bi şev li bajarê Isfehan, Tebrêz û hin cihên din êrişên droneyan li ser hinek navendên leşkerî yên Îranê hate kirin, teqîn pêk hatin.

Piştî êrişê li hinek deveran hêzên çekdar ên Îranê ketine nava amadekarî û liv û tevgerê.

Wezareta Parastinê ya Îranê li ser êrişê daxuyaniyek dabû û gotibû ku saet 23: 30’î bi droneyan êriş pêk hatiye û kargeha cebilxaneyê hatine hedefkirin.

Heta niha têkildarî zirar û ziyanên êrişê ti agahiyek nehatiye parvekirin.