QSD`ê çeteyek DAIŞ`ê li Dêrazorê girt

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên taybet çeteyekî DAIŞ`ê li Dêrazorê girtiye ku têkiliyên wê di peydakirina çek û cebilxaneyan de ji şaneyan re hene.

QSD`ê çeteyek DAIŞ`ê li Dêrazorê girt
29 ÇILE, 2023   11:08
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzên taybet duh bi sibê bi ser malekî de li navçeya Zubiyan a rojhilatê Dêrazorê girt ku çeteyê bi navê E.E bi kar tîne. Çek û cebilxaneyê pê re desteser kir.

(şx)