​​​​​​​Li Sirînê 25 çete hatin girtin û çek û cebilxane hatin desteserkirin

Di roja duyemîn a “Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” de 25 çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên pêngavê ve hatin girtin û çek û cebilxaneyên bi wan re hatin desteserkirin.

​​​​​​​Li Sirînê 25 çete hatin girtin û çek û cebilxane hatin desteserkirin
26 ÇILE, 2023   13:27
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di çarçoveya roja duyemîn a Odeya Operasyonan a “Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” de, li bajaroka Sirîn a başûrê Kobanê 25 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a têkildarî mijarê de, hat ragihandin ku li bajaroka Sirîn û gundewarê wê çek û cebilxaneyên bi çeteyan re bûn hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku alîkariyê bidin wan, da ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û tevgera wan li herêma Sirîn bi dawî bikin.

Çarşemê (25`ê Çileyê), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmên Reqa, Tebqa, Ciriniyê û Sirînê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” ragihand.

Pêngav li dijî endamên şaneyên terorîst, peywendiyên di navbera wan de, cihên veşartinê yên muhtemel û hawirdora ku karê wan hêsan dike, hatiye destpêkirin.ç

(cx)

ANHA