Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê tevliheviya ku çêbûye şermezar kir

Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê tevliheviya ku piştî bûyera kuştina mamosta Nûra El Ehmed û zaroka wê derketiye, şermezar kirin.

Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê tevliheviya ku çêbûye şermezar kir
23 ÇILE, 2023   17:41
REQA

Daxuyanî li navenda dîwanê ya Reqayê, ji aliyê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Dîb ve û bi beşdariya hevseroketiya dîwanê, endamên Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Rêveber û Meclisa Sivîl a Reqayê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Tevî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn sûcdar di kêmtirî 24 saetan de girtin û dê wan radestî dadgehê bike da ku werin darizandin duh 22'ê Çileya 2023'yan, şêniyên Reqayê bi bihaneya doza kuştina mamoste Nûra El Ehmed û zaroka wê ya 8 salî daketin xwepêşandanê.

Xwepêşandan, li gorî qanûnên hundirîn û navneteweyî mafê hemûyan e lê divê rêzê ji vê mafê re bê girtin û bi awayekî rast were bikaranîn.

Kesên ku di xwepêşandanê de derketine armanca wan têkbirina aramiya bajêr bû, ji ber ku xwepêşandanê veguherî tevliheviyê, xwepêşandêr êriş mal û milkên şêniyan kir, êriş avahiya dadgehê kir û gelek nivsîgehên wê şewitandin. Her wiha bûn sedem ku 30 kesên girtî birevin. D iencamê de ji ber ku xwepêşanderan bombeyên destan avêtin, 5 endamên  Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Em li kêleka daxwazên gel ên li gor zagonan in, di heman demê de em gel hişyar dikin ku nekevin pey fîtneyan ku aliyên li dijî projeya neteweta demokratîk derdixin holê û bi wan nexapin.

Em xwedî li berpirsiyariya xwe ya parastina herêmê derkevin, her wiha ev berpirsiyariya hemû şêniyên bajêr e, em dê hesabê ji kesên ku zirar gihandine milkên giştî û tevlihevî çêkirine, bixwazin.  Em sersaxî ji malbata Nûra El Ehmed û keça wê re û şifayê ji birîndarên xwe re dixwazin.”

(mh/şx)

ANHA