Şandeya Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê bi MSD`ê re civiya

Şandeyeke Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê serdana avahiya MSD`ê ya li Hesekê kir. Ev cara yekemîn e ku hevîditneke wisa pêk tê.

Şandeya Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê bi MSD`ê re civiya
23 ÇILE, 2023   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya partiyê ji endamê Nivîsgeha Siyasî ya partiyê û Sekreterê Komîteya Herêmî ya Cizîrê Milewel El HIsên, endamên Komîteya Navendî ya Partiyê Mihemed Xelîl Remedan û Raxib Hac pêk hat.

Şande ji aliyê endamên Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî, Sabit El Coher, endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê HIsên Ezam, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ezher Ehmed, endamê rêveberiya Nivîsgeha MSD`ê ya Hesekê Ezîz Silêman ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan, mijarên girêdayî sûriyiyayn, astengî û zehmetiyên ku derdikevin nîqaş kirin. Her wiha teqezî bi pêkanîna xebatan ji aliyê hemû hêzên demokratîk ên niştimanî yên Sûriyyeyî hat kir ji bo ku aloziya li welêt bi dawî bibe û aramî pêk were.

Di encama nîqaşan de her du aliyan di gelek xalan de li hev kir û teqezî bi pêwîstiya berdewamkirina mîna van hevdîtinan û firehkirina wê li gorî çarçoveyên nîştimanî yên demokratîk ên sûriyeyî kirin.

Der barê nêrîna wan a çareserkirina aloziya Sûriyê de endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê û Sekreterê Komîteya Herêmî ya Cizîrê Milewel El Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Aloziya Sûriyê yan jî azarên sûriyeyiyan divê bi rêya diyalogê yan jî kongreyeke nîştimanî ya sûriyeyî, parvekirina nêrînan bi dawî bibin.”

Piştî bidawîbûna hevditînê, El Hisên got: “Di hevdîtinê de, hemûyan ragihand ku ew wefadarê welatê xwe Sûriyeyê ne. Amade ne ku tev li diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî bibin. Ji bo ku ev azar bi dawî bibin.”

El Hisên diyar kir ku ew geş bîne ev diyalog dê berdewam bike û firehtir bibe da ku bi lez azarên gelê Sûriyeyê bi dawî bibin, aloziya li welêt çareser bibe û hemû pirsgirêk çareser bibin.

Partiya Komûnîst a Hevgirtî ya Sûriyeyê, yekitiyeke kedkar a dildarî ya sûriyeyî ye. Di siyaseta xwe de xwedî li berjewendiyên gelê Sûriyeyê, welêt derdikeve û hewl dide yekitiya nîştimanî xurttir bike.

(şx)