Li Kobanê ji bo 2 şehîdan merasîmek hat lidarxistin

Cenazeyê şehîd Ehmed Elî (Şoreş Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hat veşartin û gerîlayê şehîd Rêncber Rêbaz hate bîranîn.

Li Kobanê ji bo 2 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
21 ÇILE, 2023   13:22
KOBANÊ

Ji bo veşartina cenazeyê Ehmed Elî (Şoreş Kobanê) yê 18ʹê Çileyê dema li ser erka xwe bû di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li Tirbespiyê de sehîd bûbû û ji bo bîranîna şehîd Rêncber Rêbaz (Mihemed Osman) yê di 26’ê Îlona sala 2022’yan li Zapê şehîd bû, merasîmek li goristana Şehîd Dicle hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/01/21/130139_dsc_0083.webp

Di merasîma ku bi sedan kes tevlê bûn de endama rêveberiya Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn axivî û got: "Em gelelekî têkoşer û berxwedêr in. Em serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin. Biryara me an mirin an jî şehadeteke bi rûmet e."

/ar/uploads/files/2023/01/21/130152_dsc_0092.webp

Endamê TEV-DEMʹê yê herêma Firatê Bozan Dalî anî jî ziman ku ew bi saya berxwedana gerîla dijîn û wiha domand: "Lê hemû cûre êriş û hemû cure çek û yê kîmyewî de êriş li ser me têne kirin. Tevî vê jî em ji dewleta dagirker re dibêjin, em teslîm nabin, berxwedan jiyan e. Bi berxwedanê em ê bi serkevin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Bozan Dalî bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanê geş bikin.

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Ehmed Elî li goristana Şehîd Dicle hat veşartin.

(bb)

ANHA