Ciwan ji bo piştgiriya gerîla meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku ew ê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, destekê bidin berxwedana gerîla. Ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku dawî li êrişên kîmyewî yên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayî bînin.

Ciwan ji bo piştgiriya gerîla meşiyan
11 ÇILE, 2023   12:48
QAMIŞLO

Ji bo piştgiriya berxwdana gerîlayan a li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajaroka Til Marûf a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê bi dirûşmeya "Bi berxwedana şehîdan em ê bi ser bikevin" meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Zozan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin hildan.

Li pêşiya Meclisa bajaroka Til Marûf meş vegerî mitîngê. Li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mizgîn Hisên axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Hisên diyar kir ku ew ê desteka ji bo berxwedana gerîla bidomînin û wiha axivî: "Wek gelê herêmê em ê li hember êriş û şerê taybet ê li dijî Kurdistanê bisekinin. Li ser navê tevgerên ciwanan ên li Tirbespiyê em bang li raya giştî dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst û sûcên wê yên dermirovî bisekinin."

Hisên bang li rêxistinên têkildarî kir ku destwerdanê bikin û dawî li êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bînin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirian berxwedana gerîla bi dawî bû.

(fr)

ANHA