`Çirûska şoreşa jinan venamire`

Meclisa Kongra Star a Şamê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku çirûska şoreşa jinan venamire û dê berdewam bike.

`Çirûska şoreşa jinan venamire`
9 ÇILE, 2023   20:36
ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya Şamê tev li çalakiyê bûn ku tê de endama Meclisa Kongra Star Zeyneb Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê jinên têkoşer, Sakîne, Leyla û Fîdan hatin hedefgirtin ji bo ku çirûska şoreşa jinan vemirînin lê dijmin bi bin ket û çirûska şoreşê venemirî ku heta niha berdewam e.

Di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Piştre sînevizyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

(şx)

ANHA