Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar

Bi boneya sala nû, Komîteya Jinan a Meclisa Kar û Barên Civakî ya Kantona Girê Spî ji bo zarokên astengdar şahiyek li dar xist.

Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
Li Eyn Îsayê şahiya ji bo zarokên astengdar
3 ÇILE, 2023   10:27
EYN ÎSA

Şahî bi dirûşmeya 'Astengdarî qeder e, lê mirovahî biryar eʹ bi beşdarbûna zarokên astengdar, malbatên wan û endamên sazî û komîteyên meclisê hat lidarxistin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Kantona Girê Spî Îman Mihemed axivî û diyar kir ku elaqeya bi kesên astengdar çanda pêşketina civakê nîşan dide û bêyî elaqeya bi van kesan civak pêş nakeve.

Îman Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandora wê li astengdaran û got, ji bo parastina van kesan divê xebateke mezin were kirin.

Îman anî ziman ku di mercên zehmet de ku herêm tê re derbas dibin, di xebatên rêxistinên mirovî û destekdayîna wan bi astendaran re lawazî heye.

Di dawiya şahiyê de diyarî li 28 zarokên astengdar hatin belavkirin.

ANHA