Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên sersalê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi amadekariyên şahiya sersalê kir. Li taxên ku piraniya niştecihên wê Suryan in û dêr lê hene, amadekariyên taybet têne kirin. Li aliyekî din Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê ji van amadekariyan bê par in.

31 kanûn, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo pîrozkirina sersalê li seranserî cîhanê amadekarî tên kirin ku dar û kolan tên xemilandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêkhateyên wê bi hev re şîn û şahiyên xwe li dar dixin, îro bi pêkhateya Suryan re, tev li şahiyan dibin ku li tax û dêrên wan têne lidarxistin.

Li herêma Cizîrê herî zêde li Qamişloyê ev bone tê pîrozkirin. Her sal kolan, sûka navendîn tê xemilandin. Bi sedan şênî her şev li taxa El Wista kom dibin ku bi xemilandina xwe ya taybet tê naskirin. Her wiha li vê taxê, Dêra Mar Yaqûb û dêra Ermenên ortodoks hene.

Hemwextî wê, sûk qerebalix in ku şênî pêdiviyên şahiyê dikirin.

Li Dêrikê jî, darek li pêşiya dêra mezin a Mar Şemûnî hate danîn û hate xemilandin. Kolan û dikan bi lembeyên rengîn hatine xemilandin.

JI BER DORPÊÇÊ SERSALEKE TARÎ

Tevî ku li seranserê cîhanê ev roj tê pîrozkirin, lê taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê ji van amadekariyan bê par in, ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê her du tax dorpêç kirine û bihabûn lê çêbûye.

Li sûkên her du taxan tu amadekarî ji bo sersalê xuya nakin. Ne kolan û ne jî dar nehatin xemilandin. Ji ber ku kehrebe li her du taxa nîn e. Tenê çend dikanên ku kel û pelên xemilandina vê rojê difiroşin û hinek dirûnkerên ku cil û bergên Bav Noel didirûn.

Dirûnkerê bi navê Edhem Mihemed got: “Di vê salê de ji ber dorpêça li ser her du taxan, gelek zehmetî hebûn, sotemenî nîn bû. Kehrebe jî qut bû ku em pê karê xwe dikin.”

Mihemed diyar kir ku rêjeya kirîna cil û bergan ji bo zarokan bi awayekî mezin kêm bûye, di encama bihabûnê de ku li gorî sala borî îsal bûye duqat. Mihemed wiha domand: “Ne tenê kirîna cil û bergan kêm bûye lê belê kirîna her tiştî kêm bûye. Dorpêç jiyan li vir felc kir ku ji ber tunebûna kar û bihabûnê şênî nema dikarin tiştekî bikirin.”

Mihemed got sedema vê rewşê li her du taxan, kiryarên Firqeya 4`an in ku bacên giran li derbasbûna kel û pelan dibirin û nahêlin madeyên sereke derbasî her du taxan bibin ku di encamê de pirsgirkên mezin derdikevin.

Der barê rêbaza peydakirina kehrebeyê de, Mihemed da zanîn ku wî tevî gelek dikanên din jeneretorekê bi kar tînin da ku ji bo çend saetan kar bike. Her wiha diyar kir ku lêçûna kehrebeyê ya heftane digihêje derdora 80 hezar lîre, nexasim ku buhayê mazotê bûye 11 hezar lîre.

Di encama dorpêçê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 35 rojan ve kehrebe tune ye.

Li kantona Şehbayê jî, dorpêça hikumeta Şamê û topên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşiya vîna koçberên Efrînê li Kampa Berxwedan nebûn bend ku sersalê pîroz bikin. Koçberan kon û darên li ber konên xwe xemilandin.

Wan xwest ku kêf û şadiyê bixin dilê zarokan ku ji mafên xwe yên herî besît mehrûm in. Di nav şert û mercên dijwar de dijîn piştî ku koçber bûn.

Koçberên Efrînê hêvî kir ku Efrîn rizgar bibe, ewlehî û aramî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fl9lNSoRToE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EgJRFJScDpU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>