Di operasyona artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Di operasyoneke artêşa Iraqê ya li çiyayên Hemrînê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di operasyona artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
30 kanûn, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul daxuyand ku ji bo hilanîna tola êrişên DAIŞ'ê yên li Kerkûk û Diyalayê, li çiyayên Hemrînê operasyonek li dijî DAIŞ'ê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Operasyon li ser bingehê agahiyên hêzên rêveberiya îstîxbaratê ya leşkerî pêk hat. Ev operasyon bi hemahengiya hêzên Fermandariya Operasyona Hevbeş çêbû û di encamê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di operasyonê de hêzên hewayî jî cih girt û cenaze jî ketine destê hêzên Iraqê de.

Operasyonên me dewam dikin, ev operasyona niha jî ji bo tolhildana êrişên dawîn ên DAIŞ’ê yên li ser hêzên Iraqê bû."

Çeteyên DAIŞ'ê li Diyala û Kerkûkê yên Iraqê di rojên borî de gelek caran êrişî hêzên Iraqê û şêniyên herêmê kiribû û di encamê de gelek polîs û ji xelkê herêmê hatibûn kuştin.