Di êrişa DAIŞʹê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Di êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser rêya Kerama ya di navbera Reqa û Hesekê de endamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 2 birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞʹê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
29 kanûn, 2022   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand di êrişeke li dijî dewriyeya hêzên wan de endamekê wan şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sibeha roja Pêncşemê (29ʹê Kanûnê) li ser rêya Kerama ya di navbera Reqa û Hesekê de êrişeke çekdarî li dijî dewriyeya me hate kirin. Di encamê me endamekî me şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Ev êriş hemwextî operasyonên şopandinê yê ji aliy hêzên me ve yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ li bajarê Reqayê ku di asteke herî jor de dewam dike hate kirin. Ji ber vê yekê şaneyên veşartî yên li gundewarên bajar êrişên din pêk tînin da ku hêzên me mijul bike û şaneyên di nava bajar de karibin birevin.

Ev êriş me ji berdewamiya şopandin û girtina hemû çeteyên şaneyên razayî yên ku hewl didin aramiya herêmên me têk bibin, naseknînin."