​​​​​​​Beşdarên panela YPJ’ê: Bi têkoşîna hevpar a jinan dê yekitiya neteweyî ava bibe

Beşdarên panela YPJʹê diyar kir ku jin bi rêya rêxistina hevbeş û xurtkirina berxwedanê dikarin yekitiya neteweyî ava bikin.

​​​​​​​Beşdarên panela YPJ’ê: Bi têkoşîna hevpar a jinan dê yekitiya neteweyî ava bibe
29 kanûn, 2022   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPJʹê duh (çarşem) paneleke online bi navê “Rola jinan di pêkanîna yekitiya neteweyî de wek stratejiyeke girîng ji bo parastina gelê Kurd e” li dar xist.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJʹê Newroz Ehmed, hevseroka KNKʹê Zeyneb Murad, hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên, parlamentera HDPʹê Feleknas Uca, hevseroka PYDʹê Asya Ebdullah û berpirsa Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a KJARʹê Rozerîn Kemanger tev li panelê bûn.

Newroz Ehmed bal kişand ser rola jinan di avakirina yekitiya Kurdan de û got: "Di xwezaya jinan de tiştek navê wê ʹezʹ tune ye. Jin ne tenê bi xwe yan herêma xwe yan jî keç an jî tenê malbata xwe difikirin. Ev yek rola wan xurttir dike. Çand, dîrok, nasname û ziman hêmanên sereke yên xweparastinê ne. Ji ber vê yekê jin nasnameya giştî ya yekitiya neteweyî ne."

Hevseroka KNKʹê Zeyneb Murad îşaret bi şoreşa jinên azad kir û wiha domand: "Şoreşa jinên azad a ku li tevahî cîhanê deng vedaye, yek ji rêbazên xweparastinê ye. Ev rastî di berxwedana YPJʹê ya li Rojava, berxwedana jinan a li hemberî zîhniyeta faîst a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û çiyayên Kurdan a li hemberî dagirkeran de xuya dibe. Li Îranê jî jin li hemberî siyasetên paşverû tê dikoşin."

Hevseroka PYDʹê Asya Ebdullah jî anî ziman ku Kurd berxwedaneke bêhempa li hemberî êrişên qirkirinê yên bi serkêşiya dewleta Tirk ên li ser destkeftî û nirxên xwe dimeşînin û got: "Em nikarin vê pêvajoyê wekî ku ji rêzê ye binirxînin, lê divê wekî pêvajoyeke stratejîk binirxînin.”

Feleknas Uca jî destnîşan kir ku bi berxwedana jinan dê yekitiya neteweyî were avakrin û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku jinên Kurd bi birêxistinbûna xwe tev digerin. Jin dizanin ku pêwîstî bi vê yekê heye ku gelê Kurd xwe birêxistin bike, ji ber ku bêyî rêxistinbûyînê wê komkujî û qirkirin li ser wan bên kirin. Divê jin xwe û civaka xwe bi rêxistin bikin û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin."

Feleknas Uca diyar kir ku jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê avakirina yekitiya neteweyî ji nan û avê girîntir dibînin û got: "Ji bo tolhildana jinên Şengalê û şehîdên Kurdistanê divê em li hev bikin û bi yekitiya xwe em ê bersiva hemû komkujiyan bidin."

Tara Hisên îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo avakirina zîhniyeta nû dijî pergala desthilatdar a serdest a dîktator kir û got: "Têkoşîna hevpar a jinan cihê serfiraziyê ye."

Rozerîn Kemanger behsa serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got: "Ev dirûşm ji Kurdistanê derket, xwe dispêre felsefeyeke kûr û rêbazên jiyanê. Vê dirûşmê gelê Îranê kir yek."

Rozerîn Kemanger anî ziman ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye.

ANHA