Bêdengî hovîtiyê zêdetir dike

Artêşa Tirk a dagirker ji 14 – 27`ê Kanûnê 87 carên din bi - çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrişî hêzên gerîlayan kir. HPG`ê herî dawî şehadeta 11 gerîlayan ragihand di nava wan de 4 şehîd ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Bêdengî hovîtiyê zêdetir dike
28 kanûn, 2022   06:12
QAMIŞLO

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê ji milê artêşa dewleta Tirk li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê dewam dikin. Di 15`ê Kanûnê de HPG′ê ragihandibû ku di nava 8 mehan (14`ê Nîsanê – 14`ê Kanûnê) dewleta Tirk a dagirker 3 hezar û 152 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar aniye. Çekên qedexekirî û kîmyewî ev in; Bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer û çekên kîmyewî.

Piştî bîlançoya 15`ê Kanûnê HPG`ê bi daxuyaniyan bîlançoya têkildarî çekên kîmyewî ragihandin.

BÎLANÇOYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLAYAN

Di 16`ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker 15 caran çekên kîmyewî û 3 caran jî bombeyên qedexekirî bi kar aniye. Di heman demê da dagirkeran dolabên (tekel) wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê yên gerîla ve şandin.

Di 19 û 18`ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker 3 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar aniye. Dagirkeran li pêşiya çeperên şer dolabên wesayîtan û naylon şewitandine û dûmana jehrî şandine ser çeperên şer.

Di 20`ê Kanûnê de jî HPG bîlanço ragihandin. Di 19`ê Kanûnê de 2 caran bi bombeyên qedexekirî çeperên berxwedanê yên gerîlayan hatin bombebarankirin. Dagirkeran li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla dolabên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê ve şandin. 5 carên din jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di bîlançoya 21`ê Kanûnê de, HPG`ê diyar kir ku di 20`ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Careke din dagirkeran dolabên wesayîtan û madeyên plastîk şewitandin û dûmana jehrî ber bi çeperên berxwedanê ve şandin. Çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî gundê Sîda yê Şêladizê jî 4 caran bi bombeyên qedexe û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di bîlançoya 22`yê Kanûnê de HPG′ê da zanîn ku di 21`ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde hatine bombekirin.

Di bîlançoya 23`yê Kanûnê de HPG′ê diyar kir ku di 22`yê Kanûnê li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 10 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di bîlançoya 24`ê Kanûnê de HPG′ê eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker di 23`yê Kanûnê de ji danê sibehê de hetanî bi şev 10 caran bi çekên kîmyewî li nêzî qada Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê yê Amediyê topbaran kiriye. Di heman demê de dagirker madeyên blastîk û dolabên wesayîtan şewitandin û berê dûyê jehrî şandine ser çeperên berxwedanê.

Di bîlançoya 25`ê Kanûnê de HPG′ê da zanîn ku di 24`ê Kanûnê de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên bexwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de careke dîtir dagirkeran dolabên wesayitan û malzemeyên blastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê yên gerîla.

Di bîlançoya 26`ê Kanûnê de HPG′ê diyar kir ku di 25’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê 7 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Dagirkeran madeyên blastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrî şandine ser çeperên berxwedanê yên gerîlayan.

Di bîlançoya 27`ê Kanûnê de jî HPG`ê da zanîn ku 26`ê Kanûnê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman rojê de 2 carên din hatin bikaranîn.

DI COTMEH Û KANÛNÊ DE 28 ŞEHÎDÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ

HPG′ê di 27`ê Kanûnê de ragihand ku di encama êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn. Ji wan 4 ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne; Şehîd Ebîd Ebdulah (Dilşêr Reqa) ji Reqayê, Canda Îsmaîl (Adar Çiya) ji Amûdê, Pervîn Muhammed (Arvîn Tolhildan) ji Kobanê û Silvana Mihemed (Hêvî Welat) ji Helebê.

Di 18`ê Cotmeha 2022`yan Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê şehadeta 17 şehîdên HPG û YJA Starê ku bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn ragihand. Ji wan şehîdan jî 5 ji Rojavayê Kurdistanê bûn; Beha El Dîn Ehmed (Demhat Tekoşîn) ji Kobanê, Amed Elî (Rêber Kobanê) ji Kobanê, Mihemed Xelîl (Ardal Bista) ji Kobanê, Newroz Tahir (Roksan Zagros) ji Qamişlo û Osman Ebdî (Serdem Agirî) ji Qamişlo.

(sb)

ANHA