​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolînên xwe didomîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku wan 2 çeteyên ku xwe di xaniyekî de veşartibûn girtin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolînên xwe didomîne
27 kanûn, 2022   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan îro sêşemê 27’ê Kanûnê cihê 2 çeteyên ku xwe di xaniyekî de veşartibûn bi cih kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du çeteyan bi çekan êriş Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di envamê de pevçûn derket ku nêzî saetek û nîv derbas kir. Li gorî dauxyaniyê her du çeteyan xwe radest nekir heta ku 27 bomeyên destan li dijî hêzan bi kar anîn. 

Her wiha hêzan da zanîn ku yek ji çeteyan hat kuştin û yê din piştî ku hat birîndarkirin hate girtin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku heta niha lêkolîn berdewam in da ku aramî û ewlehî bi temamî pêk bê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn roja înê ragihand ku wan li Qamişlo 6 sûcdarên metirsîdar ên xwedî tawanên dizî û madeyên hişbirê girtin û 4 din reviyan.

(mh)

ANHA