​​​​​​​Îro li Reqayê çi qewimî?

Li Reqayê îro piştî nîvro çeteyên DAIŞ`ê êrişeke xwekuj li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Di êrişê de 2 çete hatin kuştin, her wiha 6 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn.

​​​​​​​Îro li Reqayê çi qewimî?
26 kanûn, 2022   13:14
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro êrişeke çeteyên DAIŞ`ê şikand û ji 5 çeteyên ku êrişî navendê kirin, 2 çete hatin kuştin ku yek ji wan kembereke teqemeniyê li xwe girê dabû.

Piştî êrişê, derdora navendê hate girtin, ji bo ku rê li pêş çeteyên êrişkar were girtin.

Ji bo ku çeteyên êrişkar ên reviyayî bigirin, hêzên ewlekariyê dest bi xebatên lêgerînê li taxa Diriye a bajrê kir û hemwextî wê, hêzên ewlekariyê di nava taxên bajêr de belav bûn.

Der barê encamên destpêkê yên êrişê de, hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re wiha axivî: “Di encama êrişê de, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 endamên hêzên leşkerî şehîd bûn. Hêzên ewlehiyê xebatên lêgerînê li herêmê dimeşînin da ku êrişkaran bigirin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) heta niha tu daxuyanî têkildarî êrişê nedane.

(şx)

ANHA