​​​​​​​Parêzerên Başûr: Divê tecrîd were rakirin

Komek parêzerên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û gotin, “Ocalan ji dinyaya derve de bi temamî hatiye qûtkirin û daxwaz ji navendên cîhanî û saziyên navnetewî dikin li beramberî tecrîdê helwesta xwe nîşan bidin."

​​​​​​​Parêzerên Başûr: Divê tecrîd were rakirin
25 kanûn, 2022   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

 Di saetên piştî nîvro de hejmarek ji parêzerên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bal kişandin ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan.

Daxuyanî ji aliyê Parêzer Nerîman Ehmed ve hat dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji roja rêber Ocalan v hatî dîlgirtin ta niha gelê Kurd û gelên herêmê dîlgirtin, zext û tecrîda li ser rêber Ocalan wek kiryarek dervey demokrasiyê dibînin.

Berfirehiya daxuyaniyê wihaye;

 “Li gor me dema ku dengê Rêber Ocalan bi rêya parêzeran digihişt derve de rolek wî ya mezin di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêkan de hebû. Lê Erdogan û dewleta Tirk tecrîd xistiye ser Ocalan dakû pirsgirêka Kurd çareser nebe.

Parêzerên birêz Ocalan ji Adara 2020’an ve bi behaneyên cûda nekarîne hevdîtin li gel Ocalan pêkbînin. Ev yek jî binpêkirina yasa û mafên mirove. Ti wateyek xwe nîne ku kesayetek wek Rêber Ocalan peywendiya wî bi derve de were qutkirin. Peywendiya Rêber Ocalan bi dinyaya derve re hatiye qutkirin, ji çapemeniya dîtbarî û bîstraw, rojname û govar lê hatine qedexekirin yan jî sansur li ser hatine danîn.

Ev kiryarên dewleta Tirk şerekî taybete li beramberî gelê Kurd dike. Daxwaz ji CPT’yê dikin ku derbarê rewşa Ocalan de raporek zelal bide û tecrîda li ser heyî rake.  Her wiha daxwaz ji komîsyona mafê mirovan a girêdayî NY’yê dikin ku li dijî vê rewşa heyî lêpirsîn derb arê Tirkiyeyê de bike. Her wiha daxwaz ji rêxistinên mafên mirov ên cîhanê jî dikin çavê xwe li van binpêkirinên li beramberî Rêber Ocalan tên kirin re negirin.”