PYDʹê Cejna Noel li Xiristiyanan pîroz kir

PYDʹê Cejna Noelê li gelên Xiristiyan ên li Sûriyê, Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

PYDʹê Cejna Noel li Xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD(  bi daxuyaniyekê Cejna Noelê û rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em rojbûna Îsa Mesîh û Cejna Noelê li xwişk û birayên xwe yên xiristiyan ên li Sûriyê, cîhanê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi boneya pîroz dikin."

PYDʹê bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya niştîmanî û jiyana hevbeş biparêzin. Her wiha bang li hemû hêz, rêxistin û partiyên nîştimanî û kesayetên navdar kir ku bibin yek, ji bo aştî, avakirina Sûriyeke demokratîk û misogerkirina edalet û azadiyê ji bo hemû gel û pêkhateyên Sûriyê têkoşîneke hevpar pêk bînin.

Meclisê di daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya jiyana hevbeş, dilnermiya olî di navbera pêkhateyan de, kir û hêvî kir ku cejna Noelê û rojbûna Îsa Mesîh bibe destpêka pêvajoyeke nû.

(şx)