HRE’yê şehadeta 2 şervanan ragihand

HRE’yê daxuyand ku şervanên wan Canfeda û Zînal Raco duh dema li ser erka xwe bûne, şehîd bûne û diyar kir ku “Me soza ku daye şehîdan, careke din dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, têkoşîna xwe bi azadiya mayînde tacîdar bikin.”

HRE’yê şehadeta 2 şervanan ragihand
21 kanûn, 2022   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanan ragihand. Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Hevrêyên me Canfeda û Zînal Raco di roja 20’ê Kanûnê de dema li ser erka xwe bûn, şehîd ketin.

Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de têkoşîna me ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê didome. Erdnîgariya ku ketiye bin dagirkeriyê, ji bo rizgarkirina wê têkoşîneke bêeman tê meşandin û berdêla wê jî mezin e. Ji bo Efrîneke rizgarkirî û aram bi hezaran lehengên me bûn cangorî.

‘NIMÛNEYÊN ŞOREŞGERÊN DEMÊ’

Hevrêyên me Canfeda û Zînal jî ji bo azadiya gel û welatê xwe cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Li hember dagirker û qirkerên gelan bûn mertalên gelê xwe. Hevrê Canfeda û Zînal ên ji herêma Efrînê ne, dizanî ku encax bi sekna şoreşgerî û têkoşîneke baş li hember van dagirkeran dikare bê sekinandin. Her du hevrêyên me jî ji roja tev li refên me bûn û heta keliya şehadetê jî li ser vê zanebûnê tev lê bûn û ji bo me bûn mînakên şoreşgerên demê.

Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîd Canfeda û şehîd Zînal û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Me soza ku daye şehîdan, careke din dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, têkoşîna xwe bi azadiya mayînde tacîdar bikin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

 

Nasnav: Canfeda
Nav û Paşnav: Ciwan Reşîd
Navê Dayikê: Hesret
Navê Bav: Mihemed Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 20 Kanûn 2022

***

 

Nasnav: Zînal Raco
Nav û Paşnav: Hemûdê Osman
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Loqman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 20 Kanûn 2022