​​​​​​​Li Helebê encamên êrişên dewleta Tirk hatin nirxandin

MSD`ê ji bo nîqaşkirina encamên mudaxeleya dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de û rola MSD`ê di dîtina careseriyekê de komxebatek li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê encamên êrişên dewleta Tirk hatin nirxandin
17 kanûn, 2022   15:59
HELEB

Di çarçoveya redkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û gotubêjkirina bandorên wê li ser rewşa Sûriyê de, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komxebatek bi dirûma “Êriş û mudaxeleyên pergala Tirkiyê û bandorên wê li ser aloziyê û çarseriya li Sûriyê” li dar xist.

Komxebat li hola civînan a MSD`ê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi dehan nûnerên partiyan û saziyên sivîl li dar ket.

/ar/uploads/files/2022/12/17/132456_jyhan-mhmd.webp

Di komxebatê de, hevserokê MSD`ê ya Helebê Cîhan Mihemed mijarên komxebatê eşkere kirin. Cîhan got: “Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re sala 2011`an, hêz û ajandeyên herêmî û derve destwerdana welêt kir da ku hesabên navneteweyî û herêmî tesfiye bikin û ewlehiya herêmê têk bibin.”

BENDÊN KU LI PÊŞIYA FIKR Û FÎLEBAZIYA REJÎMA TIRK DIGIRIN

Ji bo dîtina însiyatîfên çalak û balkêş ku rê li pêşiya fikr û fîlebaziya rejîma Tirk digirin, piştgiriyê dide nêrîn û rêgezên niştimanî yên projeya demokratîk Cîhan gelek bend pêşniyar kirin. Jê yên herî girîng;

Destekdayîna ragihandina sûrî, ji bo eşkerekirina projeya osmanî ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya Mîsaqê Millî pêk bîne.

Girîngiyê bidin hebûneke niştimanî ya rasteqîn û demokrat a sûrî ku nêrîn û hêviyên sûriyan hemêz dike.

Lidarxistina diyaloga sûrî-sûrî di bin banê rêgezên niştimanî yên pêkhateyên civaka Sûriyê de ku MSD`ê banga wê dike.

JI BO XILASKIRINA WELÊT JI ŞER DERKETINA MSD`Ê PÊWÎSTIYEK BÛ

/ar/uploads/files/2022/12/17/132516_mhmd-hydr.webp

Piştre nûnerê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihemed Heyder nêrîna xwe parve kir û destpêkê salvegera 7`an a damezirandina MSD`ê pîroz kir ku 10`ê Kanûnê bû.

Heyder destnîşan kir ku ji bo xilaskirina gelê Sûriyê ji şer, derketina MSD`ê pêwîstiyek bû û got: “Aliyên tev li damezirandina MSD`ê bûne, avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî armanc dikin ku dê pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike û rê li pêşiya mudaxeleyên Tirkiyê di kar û barên gelê Sûriyê de bigire.”

BI SAYA TÊGÎNA BERXWEDANÊ EM NEBÛN QURBANA SIYASETÊN QIRKIRINÊ

/ar/uploads/files/2022/12/17/132528_mnan-jafr_1.webp

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menan Cafer destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de, azarên gelê Sûriyê zêde kirin û got: “Ji xwe dewleta Tirk li ser qirkirina gelên herêmê ava bûye. Ev siyaseta wê hîna heta îro berdewam e. Bi saya berxwedana gelê Kurd, ew tune nebû.”

(şx)

ANHA