Piştî dewleta Tirk mizgeft wêran kir, şênî li derve nimêj dikin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker mizgeft wêran kir, şêniyên gundê Tirwaziyê li derve nimêja înê kir.

Piştî dewleta Tirk mizgeft wêran kir, şênî li derve nimêj dikin
16 kanûn, 2022   13:37
EYN ÎSA

1ʹê Kanûna borî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank û obîsan êriş birin ser gundê Tirwazyê yê Eyn Îsayê û mizgefta gund wêran kir.

Di wêneyên ku hatine bidestxistin de, diyar dibe ku bi dehan şêniyên gund li derve nimêja înê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker qadên sivîlan, cihên olî, navendên xizmetguzarî û binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û çeteyên wê Kanûna par mizgefta bajarokê Zirganê ya kantona Hesekê û mizgefta Nûrî Bin Mihêd El Inzî ya Eyn Îsayê topbaran kirin. Di Adara sala borî de jî dêra Mar Sawa ya gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê kir hedef û bi temamî hilweşand.

ANHA