​​​​​​​Bi guleya artêşa Tirk welatiyek ji gundekî Kobanê birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Welatiyê bi navê Fewaz Osê yê ji gundê Boban Biçûk ê li rojavayê Kobanê bi guleya ketober a ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve birîndar bû.

​​​​​​​Bi guleya artêşa Tirk welatiyek ji gundekî Kobanê birîndar bû-HATE NÛKIRIN
15 kanûn, 2022   10:44
 KOBANÊ

Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku welatiyê bi navê Fewaz Osê (31) ê ji gundê Boban Biçûk ê li rojavayê Kobanê di zikê xwe bi guleya artêşa Tirk a dagirker birîndar bû. Dema Osê li pêş mala xwe ya li nêzî sînorê bû birîndar bû.

Li gorî nûçegihan, leşkerên dewleta Tirk saet 5′ê vê sibehê gule avêtine gundê Boban, di encamê de Fewaz Osê birîndar bû.

Dema birayê Fewaz Osê, Ferhad hewl da wî rake nexweşxaneyê qeza kir û ew jî di serê xwe de birîndar bû.

Her du bira li Nexweşxaneya Emel a li Kobanê tedawî dibin. Li gorî agahiyên destpêkê rewşa wan giran e.

(fr)

ANHA