Karayilan: Eger gelên Rojava xwe bikin îrade, dê bi ser bikevin

Mûrat Karayilan diyar kir ku polîtîkayeke qirkirinê li dijî Rojava tê meşandin û got, “Divê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî vê fêhm bikin û xwe bikin îrade. Eger vê bikin, wê Sûriye, DYA, Rûsya û hemû dewlet ji neçarî wan qebûl bike. Rêya vê jî berxwedan e.”

Karayilan: Eger gelên Rojava xwe bikin îrade, dê bi ser bikevin
15 kanûn, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

DIXWAZIN KURDAN JI ROJAVA DERXÎNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, "Konsepta dewleta Tirk tunekirina destketiyên Kurdan hemûyan e, siyaseta qirkirinê ye. Di vê çarçoveyê de naxwaze ku Kurdên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî îdareyeke xweser be. Vê yekê ji bo xwe metirsî dibîne û dixwaze ji holê rake. Di vê çarçoveyê de nêzîk dibe. Aliyekî bi vî rengî heye. Aliyê din jî têkildarî hilbijartinê ye. Dewlet dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî dagir bike. Di v^emijarê de projeya xwe heye. Hikumeta AKP-MHP dixwaze ji aliyekî ve vê konseptê bimeşîne, li aliyê din jî ji bo karibe di hilbijartinê de dengan werbigire dixwaze faşîzm û neteweperestiyê geş bike. Yanî du hesabên xwe hene. Ji bo vê jî destpêkê xwestin li Herêmên Parastinê yên Medyayê yanî li Başûrê Kurdistanê encamê bi dest bixin. Lê belê eşkere bû ku ew nikarin li Zapê çîrokeke serketinê ji bo xwe biafirînin. Lewma jî bi rengekî şênber berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

Bêguman tenê hesabê wan li ser hilbijartinê nîne. Hesabê wan ê ji bo tunekirinê heye. Dewleta Tirk di vê mijarê de ne tenê dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rasat e; ev jî heye lê belê dixwaze Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê derxîne. Bi kurtasî dixwaze Rojava bi temamî ji Kurdan bistîne, her derê bike mîna Efrînê. Mînak li Efrînê niha Kurd hene? Derdora ji sedî 20 heye, lê belê ew jî kirine kole, her roj ji bo fîdyeyê wan direvînin, di nava zext û zordariyê de ne û dest datînin ser mal û milkên wan. Êdî welê dihesibînin ku ew der ji Kurdan standine. Heman rewş li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî ye.

DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ EREB Û SURYANIYÊN WELATPARÊZ E

Ne tenê êrîşî Kurdan dikin, di heman demê de êrîşî Ereb û Asûrî-Suryaniyên welatparêz jî dikin. Dixwazin Erebên ku ajanên wan e bi cih bikin. El Nûsra, DAÎŞ û malbatên wan bi cih dikin. Mînak niha Erebên demokrat û welatparêz ji Girê Spî derxistine. Belê li dijî Kurdan e û dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan bistînin, lê dixwaze Ereb û Tirkmenên nokerê xwe li şûna wan bi cih bikin. Naxwe ji xwe êrîşî Erebên welatparêz dikin. Lewma êrîşek li ser tevahiya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye, di vê mijarê de planeke xwe ya bingehîn heye. Mînak Erdogan qala avakirina herêmeke tampon a ji 30 kîlometreyî dike. Eger heta bi 30 kîlometreyî bikevin hundir, ji xwe Rojava ji holê radibe. Yanî sînorê Rojava heta wê derê ye. Polîtîkayeke bi vî rengî qirkirin e.

EV SIYASET LI DIJÎ KURDAN HEMÛYAN E

Di vê mijarê de divê bê zanîn ku rast e êrîş li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, lê belê ev siyaset li dijî Kurdan hemûyan e. Eger li wir bi ser bikevin wê li ti cihî Kurdan nehêlin. Ev yek armanca wan e. Yanî êdî li ti cihî xweseriyê nahêlin, wê nasnameya Kurd qet nas nekin. Lewma êrîşên li ser Rojava divê ne tenê li ser Rojava bê dîtin; êrîşên li dijî rastiya Kurdistanê ye. Divê bi vî rengî bê dîtin û Rojavayê Kurdistanê bi tenê neyê hiştin. Bi her rê û rêbazê divê mirov piştgiriyê bide Rojava. Dibe ku hinek hebin ku ji xwe re dibêje 'partiya Kurdan im' û bi Tirkiyeyê re tevdigere. Bila ew bi Tirkiyeyê re bin. Li hev pîroz be, lê belê welatparêzên li her çar parçeyên Kurdistanê divê bibin yek, divê piştgiriyê bidin berxwedana Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê."

BILA ROJAVA SÛDÊ JI TECRÛBEYA GERÎLA WERBIGIRE

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker du sal in êrîşî gerîla dike, lê dike nake nikare bi ser bikeve û got, "Tevî ku her cûre çek bi kar anî, sûd ji çekên herî modern wergirt, çekên qedexekirî bi kar anî û hêzên xwe yên herî bijarte anî Avaşîn, Zap û Metînayê nekarî bi ser bikeve. Ev yek encameke. Ji bo gelê Kurd îradebûyîn e. Di vî şerî de hate dîtin ku hêzeke biçûk, bêyî ku çekeke giran di dest de hebe, bi taktîkên rast dikare xaka azad biparêze. Ev encam di nava du salên dawî de şênber bûye. Yanî dikarim bibêjim ku destketiya me ya herî mezin ispatkirina rastiya vê rêbaz û taktîkê ye. Bi taktîka serdemê em karin xaka azad li hemberî çekên herî modern biparêzin. Ev yek tecrûbeyeke gelekî mezin e. Bêguman ev tecrûbe bi berxwedana lehengan hatiye afirandin."

Karayilan destnîşan kir ku berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê mînaka vê yekê ye û got, "Hate dîtin ku em dikarin xaka xwe ya azad biparêzin. Eger gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû gelên herêmê di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî, di şerê ser û binê erdê de bi biryardarî xwe bi rêxistin bike, dikarin bi ser bikevin. Her wiha rewşa li Serêkaniyê û Efrînê qewimîn wê careke din dubare nebe. Beriya her tiştî divê gelê me ji xwe bawer bike. Hêza gel gelekî zêde ye. Hebûna gel a li qada şer gelekî girîng e. Piştre jî divê ji rêxistina xwe bawer bike. Bêguman divê rêxistin xwe baş amade bike. Bi taybetî pêşeng divê bi biryar bin, divê ji taktîkê bawer bikin. Eger di vir de kûr bibe dikarin bi ser bikevin. Di vir de ya girîng ew e ku ji xwe, ji hêza xwe û rêveberiya xwe bawer bikin. Ji ber ku gel e û li hemberî teknîkê gel dikare encamê bi dest bixe. Divê ji vê bawer bikin.

MAYINA GEL A LI CIHÊ XWE GELEKÎ GIRÎNG E

Hîn gelek kes dibêje, 'Gelo wê êrîş li hemberî Rojava bê destpêkirin?' Êrîşê ji xwe di 19'ê Mijdarê de destpê kir. Ma illehî divê ji bejahî êrîş bike? Niha bi balafiran lê dide, bi tankan lê dide, li binesaziyê dide, li firinan dide, li avê, petrolê, nexweşxaneyê, dibistanan li her tiştî dide. Dixwaze gel bide revandin û wê derê ji jiyanê xalî bike. Beriya bê, bingeha siyaseta qirkirinê amade dike. Ev yek jî nêta wan nîşan dide. Dixwaze gel ji wir derxîne û mirovên xwe lê bi cih bike. Wê DAÎŞ'iyan û yên xwedî heman mejî bînin wê derê. Piştre jî xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de guhertinê bikin û li ser Sûriyeyê serwer bin. Armanceke xwe ya bi vî rengî heye. Gelê me tevî vê yekê jî li cih û warê xwe ye. Ewqas êrîş kirin, lê nekarîn bidin koçberkirin. Ev tiştekî baş e; em belê xwe pîroz dikin. Eger ji bejahî ve jî êrîş bê kirin û heman helwest bê nîşandan, em bawerin ku wê dijmin nikaribe encamê bi dest bixe. Em ew li vê derê wezinand. Em zanin ku çend kîlo ne. Leşkerekî bi tenê jî li gel wan nîne ku karibe sîng bi sîng şer bike. Em vê yekê ji dûr ve nabêjin; em ji qadên şer dibêjin. Ev bi hêza xwe ya hewayî şer dikin û çekên qedexekirî bi kar tînin. Bêguman em nabêjin ji bejahî ve qet nîne, lê belê eger îrade bê nîşandan, ew nikarin bi pêş ve biçin. Di vê mijarê dibe ku çeteyên Kurd û Ereb bi kar bînin, lê belê eger rêbazên rast bêne bikaranîn ew jî dikarin bêne têkbirin."

Karayilan her wiha destnîşan kir ku divê dîplomasiyeke xurt jî bê meşandin û got, "Dîplomasî ne xwespartina li hin dewletan e. Na. Divê raya giştî rakin ser piyan. Dîplomasî divê ji bo raya giştî be. Bêguman bi dewletan re divê têkilî bê danîn, çiqas piştgirî bê wergirtin ewqasî baş e, lê belê divê xwe nespêrin kesî. Divê ji hêza xwe û dostaniya gelan bawer bikin."

DEMA KU LI BER XWE DA, HINGÎ WÊ PIŞTGIRIYÊ JÎ WERBIGIRE

Karayilan got, "Eşkere ye ku Rêveberiya Xweser ji bo karibe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibe xwedî îrade divê parastina xwe bi xwe bike. Eger xwe bi xwe nikaribe biparêze wê bi Sûriyeyê re jî nikaribe çareseriyê bike. Sûriye wê bibêje 'tu hewcedarî min e; vaye Tirkiye wê li te bixe, ez ê ti mafî nedim te'. Lewma divê gelê me yê welatparêz û gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, gelê kurd vê fêhm bikin. Di vê demê de divê xwe bikin îrade. Eger vê bikin, wê Sûriye jî ji neçarî wan qebûl bike, DYE jî wê wan qebûl bike, Rûsya jî wê wan qebûl bike; hemû dewlet wê wan qebûl bikin. Rêya vê jî berxwedan e."

Karayilan destnîşan kir ku di berxwedanê de jiyana azad heye û got "Li ser vê bingehê em bawerin ku gelê me wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Ji niha ve bi vê hêviyê em ji gelê xwe yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re serketinê dixwazin."