Foruma Almanî-Kurdî: Tirkiye dixwaze DAIŞ`ê li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi kar bîne

Serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behram der barê planên dewleta Tirk ên ji bo serwerkirina çeteyên DAIŞ`ê li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê hişyarî kir.

Foruma Almanî-Kurdî: Tirkiye dixwaze DAIŞ`ê li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi kar bîne
30 mijdar, 2022   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 23'ê Mijdarê de kampa Holê ku yek ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, her wiha navendên ku çeteyên DAIŞ'ê lê tên ragirtin bombebaran kirin.

Serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behram têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji 19`ê Mijdarê ve li dijî herêmê didomin, ji ajansa me re axivî.

Behram diyar kir ku kîna dewleta Tirk li hemberî her tiştê bi navê Kurd û Kurdistanê heye û got: “Piştî ku di lûtkeya Tehranê de daxwaza dagirkirina herêmên Rojava hate redkirin, tu hincetên wê êrişê neman, ji lew re teqîna Stenbolê kir hincet ji bo rewakirina êrişên xwe.”

'HEWL DIDE BINESAZIYÊ HILWEŞÎNE DA KU ZIRARÊ BIGIHÎNE ABORIYA HERÊMÊ'

Behram destnîşan kir ku hêzên navneteweyî yên li herêmê daxwaza Tirkiyê ya pêkanîna operasyona bejahî red dikin, ji lew re dewleta Tirk hewl dide ku binesazî û aboriya herêmê hilweşîne.

Behram hin armancên vê operasyonê wiha destnîşan kirin: “Koçberkirina hejmareke mezin a şêniyan û valakirina herêmê ji Kurdan, pê re guhertina demografiya herêmê, tunekirina jêderên aboriyê yên Rêveberiya Xweser.”

'ÇEKÊN NATO'YÊ BI KAR TÎNE'

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, mûşekên Amerîkayê bikar anîn. Behram got ku Tirkiye endama NATO'yê ye û çekên wê bi kar tîne.

'ERDOGAN WÊ BÊ DARIZANDIN'

Behram bang li rojnamevanan û Rêveberiya Xweser kir ku hemû agahiyan belge bikin da ku di pêşerojê de ji bo darizandina “dînê li beravên Bosforê” li dadgehên navneteweyî bi kar bînin.

Behram got ku guman nîn e ku dê Erdogan bê darizandin û destnîşan kir ku li cem Amerîkayê dostaniya daîmî tune ye.

'DAIŞ ARTÊŞA EŞKERE-VEŞARTÎ YA ÎMPARATORIYÊ YE'

Têkildarî êrişa li ser kampa Holê û navendên din ên ragirtina çeteyên DAIŞ`ê Behram destnîşan kir ku Tirkiye mijûlbûna Rûsyayê û welatên rojavayî ji bo pêkanîna projeya xwe ya Osmaniya Nû bi kar tîne.

Behram got ku DAIŞ artêşa eşkere-veşartî ya împaratoriya ku Tirkiye dixwaze ava bike ye û dixwaze DAIŞ`ê li Rojhilata Navîn û Ewropaya bi kar bîne û dixwaze ku komên terorîst ji zindanan derxîne da ku wan 'di doza ewlehiya neteweyî ya Osmaniya Nû” de bi kar bîne.

'TIRKIYE DIXWAZE ARTÊŞÊN TUNDREW AVA BIKE'

Serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behram bi bîr xist ku fermanên kontrolkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji aliyê Cebhet El Nusra (El Qaîde) ve û dagirkirina wan bi temamî, nîşan dide ku niyeta Tirkiyê ya avakirina artêşên tundrew heye da ku wan bixe xizmeta împeratoriya xwe ya ku dixwaze ava bike.

Behram xwest ku Kurdên li derveyî welat bi awayekî aktîf beşdarî xebatên siyasî, dîplomatîk bibin.

(hs)

ANHA